BI DÎMEN

Li Rennesê meş: Ji Rêber Apo re azadî!

Kurdistaniyên li bajarê Rennes ê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Li ser banga Meclîsa Gel a Demokratîk a Rennesê bi sedan Kurdistanî li bajarê Rennes ê Fransayê hatin gel hev û bi pankarta “Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, em ê Kurdistanê azad bikin” meşiyan.

Meşa li Colombierê dest pê kir, li qada République bi dawî bû.

Piştî meşê li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk a Rennesê daxuyanî da dayîn û wiha hat gotin: "Rêber Apo 25 sal in di pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê de girtî ye û ev 42 meh in agahî jê nayê girtin. Gel 42 meh in ji Rêber Apo tu agahiyê nagire. Dîlgirtina vîna gelê Kurd û tecrîdkirin sûcê mirovahiyê ye. Weke gelê Kurd em vê qebûl nakin. Weke Kurdên li Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê dijîn daxwaza me misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Heke Rêber Apo di aloiyê fîzîkî de azad bibe wê gelê Kurd jî azad bibe. Têkoşîna me ya azadiyê heta em encamê bi dest bixin wê berdewam bike.”

BANGA LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û XIYANETÊ

Di daxuyaniyê de bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê jî ûwiha dewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên qirkirinê dimeşîne. Li Başûr hem sûcê şer û hem jî sûcê mirovahiyê tê kirin. Li dijî gerîlayên azadiyê çekên kîmyewî û çekên teknolojî yên pêşketî tên bikaranîn. Li wir gund tên şewitandin, sivîl tên qetilkirin. Dewleta Tirk vê cesaretê ji PDK’ê digire. PDK îxanetê li gelê Kurd û têkoşîna azadiya gelê Kurd dike. Her Kurdên xwedî rûmet û bi wijdan nêrîna wan a siyasî çi dibe bila bibe divê li hemberî vê yekê helwestê nîşan bide û rawestîne. Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî dagirkerî, îlhaqkirin û xiyanetê helwestê nîşan bidin.
Em bi têkoşîna xwe û gelê xwe bawer dikin, em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Rêber Apo û Kurdistanê azad bikin."

Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bimre xiyanet" bi dawî bû.