BI DÎMEN

Li Dusseldorfê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşek hat lidarxistin

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.

Kurdistaniyên ku li ber avahiya DGB Haus a Dusseldorfê li hev civiyan, bi pêşengiya ciwanên TCŞ û TEKO-JIN'ê di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî" meşek lidarxistin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre tevî pankartên bi nivîsa “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseri” û “Çi Dibe Bila Bibe Wê Dawiya Wê Biheybet Be” dest bi meşê kirin. Di tevahiya meşê de timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Meş li Lutherplaztzê bi dawî bû. Li ser navê KCDK-E’yê Agir Mustafa daxuyaniya KCDK-E’yê ya bi Elmanî, Tirkî û Kurdî hatibû amadekirin, xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê gelê Kurd tecrîdê qebûl neke û wiha hate gotin: “Rêber Apo ê ku niha 75 salî ye, 26 sal in di bin navê girtina hucreyê de rûbirûyê êşkenceyên zilmkar tê. 38 meh in derbarê tenduristiya wî de tu agahî nehatin dayîn. Niha nayê zanîn bê ka li ku derê ye û rewşa wî ya fîzîkî çi ye.

Fikarên gelê Kurd di asta herî bilind de ye û sebra wan nemaye. Bi milyonan kes dixwazin dawî li vê pergala êşkence û tecrîdê bê anîn. CPT ku tevkarî li vê rewşa ne diyar dike, bêdeng e. CPT xwedî maf e ku serdana hemû girtîgehên welatên di peymanê de cih digirin Tirkiye jî di nav de bike. Em daxwaz ji CPT’yê dikin ku bêyî hincet nîşan bide serdana Îmraliyê bike û agahî ji Rêber Apo bigire.

Her wiha em dixwazin Konseya Ewropayê jî demildest bikeve nava tevgerê. Divê mafê “sûdwergirtina ji mafê mirovan û azadiyên bingehîn” ê di xala 3’emîn a di rêzîknameya Konseya Ewropayê de bixe dewrê. Rêber Apo ji hemû mafên mirovan bêpar hatiye hiştin. Konseya Ewropayê divê şandeyeke bişîne Îmraliyê da ku bi Rêber Apo re hevdîtin bike û agahiyeke zelal derbarê tenduristiya wî de bigire. Divê CPT û Konseya Ewropayê dev ji vê helwesta ku xizmetê dide qirkirina Kurdan berde û guh bide dengê Kurdan. Em dizanin ku komploya ku li dijî Rêber Apo tê berdewam kirin navneteweyî ye. Ji serî ve ev pergala tecrîdê ji aliyê hêzên navneteweyî ve hate plankirin û xiste dewrê. Bi helwestên xwe tevkariyê ji berdewamkirina pergala Îmraliyê re dikin. Şerê qirkirinê ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dimeşîne di berjewendiya hêzên navneteweyî de ye.

Em KCDK-E bang li her kesê dikin ku li dijî cezayên disîplînê û sûcê mirovahiyê ya li Îmraliyê bi ruhê seferberiyê dakevin qadan û xwedî li Rêber Apo derbikevin.”

Piştî daxuyaniyê ciwanan ji bo meşa dirêj ku wê 15’ê Îlonê bê lidarxistin bang kirin.