Li Derya Spî keştiyek koçber tê de bûn noq bû: Herî kêm 20 kes winda ne

Şaxê Îtalyayê yê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku li nêzî girava Lampedusa ya Îtalyayê keştiyek noqî binê avê bû û herî kêm 20 koçber winda bûn.

Ji UNHCR'ê Chiara Cardoletti li ser hesabê X'ê daxuyaniyek da û got, "Li gorî mirovên sax mane, qezaya keştiyê roja 1'ê îlonê qewimî û ji hingî ve 20 kes li Derya Spî winda ne."

Medya Îtalyayê jî diyar kir ku sê jê zarok 21 kes winda ne.

Chiara Cardolleti ragihand ku 7 kes bi saxî rizgar bûn û ji aliyê tîma UNHCR'ê ya li Lampedusayê teslîm hatin wergirtin.

Hate ragihandin ku kesên hatin rizgarkirina Sûriyeyî bûn û ji aliyê ewlekariya peravî ya Îtalyayê ve hatine rizgarkirin.

Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) di sala 2023'an de zêdeyî 3 hezar koçber dema ku hewl didan ji Derya Spî derbas bibin winda bûn.

Li gorî hejmara Wezareta Karên Hundir a Îtalyayê, hejmara kesên bi rêya deryayê hatin herêmê ji destpêka salê û vir ve di asteke girîng de kêm bû. Di navbera 1'ê Çileyê û 4'ê Îlonê de 43 hezar û 61 kes hatin Îtalyayê. Ev hejmar sala 2023'an di heman demê de 115 hezar û 177 kes bû.