Di îtifaqa Sadr de nakokî!

Partiya Komunîst a Iraqê ku hevkarê Mûqteda Sadr nerazîbûn nîşanî îtifaqa hikûmetê ya Sadr a bi Serokê LÎsteya Fetîh Hadî Amirî re da.

Li Iraqê piştî hilbijartinên 12’ê Gulanê gotûbêj û rewşa nediyarbûnê didome û xebatên ji  bo avakirina hikumeta nû, hêvditînên îtifaq û koalîsyonê jî didome.

Di hilbijartinê de Serokê Lîsteya Sarîûn Mûqteda El Sadr bû yekemîn û ji bo hikumetê ava bike destpêkê bi Îyyas Allavî Vattîniye û Serokê Lîsteya El Hikem Amr Hemîn re îtifaq çêkir. Piştre di 12’ê Hezîranê bi serokê Lîsteya Fetîh Hadî Amirî re civiya û ji bo hikumeta nû lihevkir.

‘DAXWAZÊN ME NEYÊN QEBÛLKIRIN EM Ê PAŞVE VEKIŞIN’

Piştî lihevkirina Sadr a bi Hadî Amirî re, Partiya Komunîst a Iraqê ku bi Sadr re îtifaqa hilbijartinê kiribû nerazîbûn nîşan da. Duh ji Partiya Komûnist daxuyanî hate dayîn û wiha hate gotin; “Ger daxwazên me neyên bicihkirin, em ê vekişîna ji muxalefetê jî di nav de hemû hilbijartinan bifikirin. Ger pêwîst bike em dikarin bi awayekî aştiyane ji koalîsyonê paşve vekinin û erka xwe ya muxalefetê bidomînin”.

Di daxuyaniya Partiya Komunîst de têkildarî daxwazan agahiyek nehate dayîn. Ev pêngav ji aliyê siyasetmedarên derdor û pisorên siyasetê ve weke nakokiya di navbera koalîsyona  Sadr de nîşan didin.

Li Iraqê Mûqteda El Sadr roja 12’ê Hezîranê ragihand ku bi Hadî Amîrî re di mijara avakirina koalîsyonê de li hev kirine.