Di êrîşa li Brezîlyayê de 5 jê zarok 8 kes mirin
Di êrîşa li ser dibistaneke ya li Sao Paûlo ya Brezîlyayê de 5 jê zarok 8 kes mirin.
Di êrîşa li ser dibistaneke ya li Sao Paûlo ya Brezîlyayê de 5 jê zarok 8 kes mirin.
Di saetên sibê de li dibistanek ya li bajarê Sao Paûlo ya Brezîlyayê de êrîşek pêk hat. Di êrîşê de 5 jê zarok 8 kes mirin.
Êrîş ji aliyê du ciwanên bi rûpoş saet 09:30 ê sibê pêk hatiye. Dibistan bû hedefa êrîşê jî Dibistana Seretayî ya Raûl Brasîl de Sûzano ye.
Hate ragihandin di nava kesên mirin de jî êrîşkar hene. Ji kesên mirine 5 xwendekar û 1 jê xebatkarê dibistanê ye.
Hate ragihandin ku zarok jî di nav de gelek kes birîndar bûne. Birîndar hemû rakirine nexweşxaneyê, têkildarî hejmar û rewşa wan a tenduristiyê de ti agahî nehatine parvekirin.