Di êrîşa hewayî ya li dijî Hûsiyan de  4 kes mirin

Hate ragihandin ku li Yemenê di êrîşa dijî Hûsiyan de 4 fermandarên sahayan hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya artêşa Yemenê dayî, belafirên koalîsyonê yên bi pêşengiya Erebistana Sûûdî, li navçeya Nehemê li dijî hêzên Hûsiyan êrîş pêk anîn. Di êrîşê de 4 fermandarên Hûsiyan ên sahayê hatin kuştin.


Hate ragihandin ku di nav  yên kuştî de fermandarê Hûsiyan ê sahaya Nehm Yasîr Amîr jî heye. Her sê kesên din ên hatin kuştin jî berpirsyarê bajarê Sadayê ne , ku ev der weke kela Hûsiyan tê zanin in.


Li Yemenê Hûsî, ji Îlona 2014'an û heta niha di serî de paytext Sanayê, hinek herêman di bin serweriya xwe de digirin.