Di êrîşa DAÎŞ’ê ya li Iraqê de 2 leşkerên bi paye hatin kuştin
Çeteyên DAÎŞ’ê li eyaleta Enbarê êrîşî artêşa Iraqê kir, 2 leşkerên bi paye mirin, 2 jî birîndar bûn.
Çeteyên DAÎŞ’ê li eyaleta Enbarê êrîşî artêşa Iraqê kir, 2 leşkerên bi paye mirin, 2 jî birîndar bûn.
Bi taybet êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê di serî de li Mûsil, Kerkûk, Xaneqîn, Diyala, Enbar, Til Aref li gelek herêman zêde bûne.
Şeva Sêşemê DAÎŞ’ê êrîşî eyaleta Enbar kir. Li gorî daxuyaniya Fermandariya Operasyona Hevpar a girêdayî Wezareta Parastina Iraqê Fermandarê Tugaya 29’emîn Tuggeneral Ehmed el-Lamî û serpelek mirine, 2 leşker jî birîndar bûne.