Di êrişa DAÎŞ'ê de 11 leşkerên Iraqî mirin
Li navçeya El-Ezîm a bi ser wilayeta Diyala de ya li Iraqê çeteyên DAÎŞ'ê êriş anîn û 11 leşker mirin.
Li navçeya El-Ezîm a bi ser wilayeta Diyala de ya li Iraqê çeteyên DAÎŞ'ê êriş anîn û 11 leşker mirin.
Li navçeya El-Ezîm a bi ser wilayeta Diyalayê ve, komeke çeteyên DAÎŞ'ê êriş birin ser 4 baregehên leşkerî yên Iraqê.
Berê sibehê komeke çeteyên DAÎŞ'ê êriş birin ser baregeha leşkerî ya di navbeyna gundên El-Teal û Um El Keramî ya li bakurê Diyalayê. Li gorî agahiyên pêşî 11 leşkerên Iraqî hatin kuştin.
Di nav kuştiyan de fermandarên payebilind jî hene.