Di encama bombebarana li Hartûmê de zêdetirî 30 sivîl hatin kuştin

Hate ragihandin ku di encama bombebarana li herêma niştecihbûnê ya paytexta Sûdanê Hartûmê de zêdeyî 30 sivîl hatin kuştin.

Rêxistina bi navê ‘Komîteya Berxwedanê’ ku li başûrê Hartûmê di nava şêniyan de piştevaniya hevbeş bi rêve dibe ragihand ku, di encama bombebaranên li ser qadeke niştecihbûnê û li sûka herêmî de 30 sivîl hatine kuştin.

Komîteya hiqûqnasên alîgirê demokrasiyê ragihand ku, 33 sivîl mirine û ji van 23 kes ji ber êrîşên hewayî yên artêşê jiyana xwe ji dest dane.

Artêşa bi serkêşiya General Abdul Fettah el Burhan û Hêzên Desteka Lezgîn (HDK) ên bi serokatiya General Muhammed Hamdan Daglo ji 15'ê Nîsana 2023'an û vir ve şerê desthilatdariyê dikin.

Li gorî texmînên rêxistina sivîl a bi navê Projeya Daneyên Cih û Bûyerên Şerê Çekdarî (Acled), di vî şerî de zêdeyî 12 hezar kes mirin. Li gorî NY'ê zêdetirî 7 mîlyon kes jî ji cih û warên xwe bûne.

Tevî hewldanên dîplomatîk ji bo muzakereyên aştiyê û tevlîbûna DYE, Erebîstana Siûdî û bloka herêmî ya Rojhilatê Efrîkayê IGAD’ê jî pevçûnên di navbera her du aliyan de nehat rawestandin.