Di doza KCK'ê ya sereke de kes nehat berdan

Di doza KCK'ê ya sereke de kes nehat berdan

Doza KCK'ê ku 97 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat ditin. Dozger der barê 4 girtiyên siyasî de daxwaza berdanê kir. Lê heyeta dadgehê biryara navberê da û der barê hemû girtiyan de dîsa biryara berdewama girtinê da û doz taloq kir.

16'emîn civîna 59'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Amedê ku 97 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd 4 salin tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Girtî di bin dorpêça polîs û leşkeran de derxistin salonê. Di rûniştina îro de Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak Rojnameger Tayip Temel, Şaredarê Êlihê Necdet Atalay, Şaredara Dêrikê Çaglar Demirel û Şaredarê Cizîrê Aydın Budak jî di navde 46 jê girtî 6 serbest bi tevahî 51 kes amade bûn.

Di rûniştina ku delîlên der barê Cîgirê Şaredarê Qoserê û endamê komîsyona Rêveberiya Herêmî û Ekolojîk Selanik Oner de hatin xwendin. Dozger di rûniştinê de xwestibû siyasetmedar Besime Gonca, Esma Guler, Dilayet Taşdemir û Leyla Deniz serbest bên berdan. Lê heyeta dadgehê ev daxwaza dozger red kir û der barê hemû girtiyan de dîsa biryara berdewama girtiyan da. Heyetê rûniştina dozê taloqî 13'ê Çileya 2014'an kir.