Rageşiya di navbera Hindistan û Pakistanê de zêde dibe
Hindistanê piştî bûyera li Kaşmîrê ku di bûyerê de 26 kesan jiyana xwe ji dest dan, li hemberî Pakistanê bergiriyên tund girtin.
Hindistanê piştî bûyera li Kaşmîrê ku di bûyerê de 26 kesan jiyana xwe ji dest dan, li hemberî Pakistanê bergiriyên tund girtin.
Hikûmeta di bin serokatiya Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi de weke berpirsê êrîşê Pakistanê dibîne û hin cezayên dîplomatîk û aborî li Pakistanê birîn.
Hikûmeta Hindistanê, ragihand ku bila welatiyên Pakistanî yên li welêt heya 27’ê Nîsanê li gel vîzeyên xwe Hindistanê biterikînin.
Ji bo vîzeyên tibî jî ev dem heya 29’ê Nîsanê hate dirêjkirin. Her wiha hate xwestin ku karmendên leşkerî û dîplomatîk ên Pakistanî jî ji welêt derkevin.
Deriyê sînor ê di navbera her du welatan ê bi navê Attari-Wagah jî hate girtin. Ev deriyê sînor bi merasîma leşkerên her du welatan ya her roj dihate naskirin.
Her wiha Peymana Çemê Indusê ya têkildarî parvekirina çavkaniyên avê ya di sala 1960’î de hatî îmzekirin jî ji aliyê Hindistanê ve hate betalkirin. Delhîyê diyar kir ku heya Pakistan piştevaniya xwe ji bo terorê bi awayekî eşkere bi dawî neke, ew ê li ser peymanê li hev nekin.
XWENDEKARÊN KEŞMÎRÎ TÊN HEDEFGIRTIN
Piştî êrîşê xwendekarên Keşîmîrî yên li Hindistanê dixwînin tên hedefgirtin. Jamnu û Komeleya Xwendaran a Keşmîrê ragihandin ku gelek xwendekar ji wargehên xwe hatine derxistin û li hin eyaletan jî xwendekarên berbehs bi tundiya fizîkî re rû bi rû mane. Rêveberê komeleyê Nasir Khuehami ev bûyer weke ‘’kampanyaya nefretê ya li dijî xwendekarên Keşmîrî’’ pênase kir.
LI PAKISTANÊ CIVÎNA AWARTE
Li hemberî van hemû geşedanan Desteya Ewlehiyê ya Pakistanê biryara lidarxistina civîna awarte da. Ji bo nirxandina van pêngavên Hindistanê yên tund rayedarên pilebilind ên leşkerî û sivîl civiyan.
Serokwezîrê Hindistanê Modi got: ‘’Em ê heya dawiyê li hemberî terorîst û aligirên wan bisekinin. Dê tu kes bê ceza nemîne.’’
KEŞMÎR DUBARE BÛ NAVENDA PEVÇÛNAN
Keşmîra li binê Himalayan dimîne, ji sala 1947’an ve ye di navbera Hindistan û Pakistanê de bûye sedema rageşî û pevçûnan. Herêm ji sala 1989’an ve ye şahidiya serhildaneke mezin dike ku di encamê de deh hezaran welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Li gel van pêngavên Hindistanê ên vê dawiyê rageşiya di navbera alliyan de zêdetir bû.