Ji Sûriyeyê bi sedan Durzî ji bo hecê diçin Îsraîlê

Hate ragihandin ku bi sedan Durzî piştî hilweşîna rejîma Beşar Esad cara duyemîn ji bo hecê wê ji Sûriyeyê biçin Îsraîlê.

Endamên civaka Durzî ku piraniya wan li Sûriye, Îsraîl û Lubnanê ne, li gel şer jî careke din diçin Îsraîlê.

Li gorî du çavkaniyên ku ji AFP'ê re axivîn, nêzî 600 şêxên Durzî wê bi meşê ji sînor derbas bibin.

Bi heman rengî komeke heyeteke hîn biçûk di nava meha Adarê de piştî pêncî salî cara yekemîn serdana Îsraîlê kiribû.

Li gorî şaredarê Hadarê yê li Girên Golanê ku beşeke wê di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye, ji Hadar û Jaramana yên ser bi Şamê '400 şêx' piştî erêkirina meqamên Îsraîlê wê biçin Îsraîlê.

Hate ragihandin ku ji Suweydayê ya wîlayeta Durzî ya li başûrê Sûriyeyê wê 150 şêx li gel wan biçin Îsraîlê.

Rayedarekî ji AFP'ê re got, heyetê biryara xwe ya ji bo serdana Îsraîlê ji hikumeta Sûriyeyê re ragihandiye, lê belê bersiveke erênî yan jî neyînî wernegirtiye.

Heyet wê serdana tirba Nebî Şûayb bike ku qada herî pîroz a Durziyan a li Îsraîlê ye ku li nêzî Tîberîasê ye.