Li Moskowê teqîn: Generalekî payebilind mir

Li nêzî paytexta Rûsya Moskowê di encama teqîna wesayiteke bombebarkirî de generalekî payebilind ê Rûs mir.

Teqîn roja Înê li taxa Balashkha ya Moskowê rû da.

Komîteya Lêpirsîna Neteweyî ragihand ku di encama teqînê de generalê Rûs miriye û got, "Bombeyeke bi destan ahtibû çêkirin teqiya" û diyar kir ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniya komîteyê de hate gotin, kesê miriye Alîkarê Serokê Midûriyeta Operasyonên Giştî ya Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Rûs general Yaroslav Moskalik e.

Saziya medyayê ya Rûs Baza ku li nava hêvên ewlekariyê yên Rûs çavkaniyên xwe heye, diyar kir ku bombeya li wesayita parkkirî hatibû bicihkirin, di dema derbasbûna general de ji dûr ve hatiye teqandin.