Şerê Ûkraynayê. Rûsya ji bo lihevkirinê amade ye!
Rûsyayê ragihand ku di mijara şerê li Ûkraynayê de ew ji lihevkirinê re 'amade' ye.
Rûsyayê ragihand ku di mijara şerê li Ûkraynayê de ew ji lihevkirinê re 'amade' ye.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov roja Pêncşemê ji qenaleke televîzyonê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re axivî û diyar kir ku Rûsya ji bo bidawîkirina şerê li Ûkraynayê ji lihevkirinê re amade ye.
Di hevpeyvînê de ku li CBS'ê hate weşandin, Lavrov bi bîr xist ku Serokê DYE'yê Donald Trump 'qala lihevkirinekê kiriye' û got, ew bi xwe jî ji lihevkirinekê re amade ne, lê belê hîn jî hin detay hene ku divê bêne nirxandin.
Lavrov got, "Hin nîşane hene ku diyar dikin ku em ber bi aliyê rast ve diçin."
Ev daxuyanî di demekê de hate kirin ku danûstandinên ji aliyê serokê DYE'yê ve tê meşandin ji ber meseleya Qirimê aloz bûye.
Serokê DYE'yê roja Pêncşemê bang li hempîşeyê xwe yê Rûs Vladîmîr Pûtîn kir ku bombardûmana li ser Ûkraynayê rawestîne.
Rûsya li gel Qirimê her wiha dixwaze herêmên Donetsk, Lûhansk, Herson û Zaporîjjîa jê re bimîne ku ev yek ji sedî 15 ê xaka Ûkraynayê ye.