Di bin Mizgefta El Nûrî de cihê nimêjê yê ji sedsala 12'an mayî hate dîtin

Li kolanên Mizgefta El Nûrî ku li Mûsilê çeteyên DAÎŞ'ê ew kavil kiribû, hêwaneke nimêjê ya ji sedsala 12'an mayî hate dîtin.

Mizgeft û mînareta El Nûrî ku Hezîrana 2017'an çeteyên DAÎŞ'ê bi teqemeniyan kavil kiribû ji hêla UNESCO ve tê restorekirin.

Di encama kolandina Mizgefta El Nûrî de ku mizgeft yek ji sembola bajêr e, hîmê hêwana îbadetê ya ji sedsala 12'an maye, hate dîtin.

Hate gotin bi vê keşfê wê zemîna Mizgefa El Nûrî û hêwana îbadetê ya berê were pîvan. Keşf giringiya dîrokî û arkeolojîk a mizgeftê zêde dike.

Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî kolandinê fînanse dike, UNESCO jî destekê dide û Departmana Berhemên Antîk xebatê rê ve dibe.