Dewleta Tirk li Geliyê Diriyan dest bi êrîşa leşkerî kir

Dewleta Tirk a dagirker li gundên Şîşemzîn, Soryan û Xurekana Seyîda yên Geverê êrîşeke leşkerî da destpêkirin.

Dewleta Tirk a dagirker li bejahiya navçeya Gever a Colemêrgê dest bi operasyona îmhayê kir.

Hat hînbûn ku êrîş li gundên Şîşemzîn, Soryan û Xurekana Seyîda yên herêma Geliyê Diriyan û li bejahiya van gundan hatiye destpêkirin.

Artêşa Tirk deşt, mêrg, gelî û bejahiya her sê gundan dorpêç kir, li hin noqteyên herêmê noqteyên kontrolê danî.

Hat diyarkirin ku li zozanên Astenga Reş, Meydanok, Kaniya Barkirî, Çil Kaniya û Mêranava yên di navbera gundên Şîşemzîn û Xurekanê de tevgera balafirên bêmirov û helîkopteran heye.