Destûra Bingehîn a Sûriye xitimiye, Pedersen carekî din Tirkiye hişyar kir

Nûnerê Taybet ê NY’yê yê Sûriye Geîr Pedersen diyar kir ku di tûra duyemîn a civînên destûra bingehîn de ti civînek pêk nehatiye, carekî din bang li Tirkiyeyê kir ku rêz ji serwerî û yekparebûna xaka Sûriyeyê re bigire.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geîr Pedersen têkildarî tûra duyemîn a Civînên Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ku 25’ê Mijdarê destpê kir, li Ofîsa NY’yî ya Cenevreyê civînek kurt a çapemeniyê lidar xist.

BI SERKETÎ NEBÛ

Pedersen anî ziman ku di tûra duyemîn a civînên destûra bingehîn a 25’ê Mijdarê destpê kir, bê ku ti civîn bê kirin bi dawî bû û got: “Heyeta desteya nivîsîna destûra bingehîn a ji 45 kesan pêk tê, li ser madeyên rojevî li hev nekirin.”

DÎROKEK NÛ NEHATE DIYARKIRIN           

Pedersen ê li ser bê ka wê carekî din heyet li hev bicivin an ne dîrokek diyar nekir û got: “Em li ber digerin di navbera heyetan de yekîtiya ramanê çêbikin, lê mixabin hê em negihiştine wê qonaxê.

TIRKIYE HIŞYAR KIR

Li ser pirsa rojanamevanekê ya ‘Gelo dagirkeriya Tirkiye ya li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya van hevdîtinan dibe asteng an ne?’ Pedersen lihevkirina Tirkiye ya destpêkê li gel DYE û piştre li gel Rûsyayê bibîr xist û bang li Tirkiyeyê kir ku rêz ji agirbestê re bigire. Pedersen da xuyakirin ku divê xebatên komîteya destûra bingehîn bên parastin û divê ji kiryarên kul i pêşiya wê bibin asteng jî xwe dûr bixin.

DIVÊ RÊZ JI YEKPAREBÛNA XAKÊ RE BÊ GIRTIN

Pedersen anî ziman ku bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû didin ji nêz ve dişopîne, biryara Konseya Ewlekariyê ya NY ya hejmara 2245 ya li ser Sûriyeyê bibîr xist û got: “Carekî din dibêjim; divê rêz ji serwerî û yekparebûna xaka Sûriyey re bê girtin.”

PEDERSON BERÊ JÎ HIŞYARÎ KIRIBÛ

Pederson rojên borî jî di civîna li Konseya Ewlekariyê ya NY’yê dabû, bal kişandibû ku êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê li pêşiya çareseriya siyasî û civînên komîteya destûra bingehîn dibin asteng.

REJÎM: TIRKIYE ASTENG E

Li aliye din nûner heteta rejîma Sûriyeyê Ahmad Kûzbarî yê di saetên sibê de daxuyaniyek da, komên ‘mûxalîf’ weke heyeta Tirkiyeyê pênase kir, anî ziman ku êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiye dike, li pêşiya civînên destûra bingehîn asteng in.