Danûstandinên ‘dijwar’ di navbera Moskova û Kîevê

Serokomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskîy diyar kir ku danûstandinên nû yên bi Moskovayê re hatinî despêkirin ‘dijwar’ derbas bûne.

Zelenskîy di peyama xwe ya bi dîmen de got, “Divê em ji bo bidestxistina aştiya ku Ûkrayna heq dike, aştiyek rast û ewledar a ku ji bo dewlet û gelê me tê garantîkirin bejna xwe netewînin û têbikoşin. Her wiha divê em wana bi nivîskî di danûstandinên dijwar de binivîsin.”

Zelenskîy da zanîn ku di navbera heyetên Rûsya û Ûkraynayê de vîdeokonferansê destpê kiriye û berdewam dike û got, "Hemû kes li benda agahiyan e" û wê danê êvarê careke din li ser mijarê biaxivin.

Yek ji muzakerekeran Mîhaîlo Podolîak, beriya Zelenskîy di daxuyaniyekê de got ku her çiqasê têkilî bi Moskovayê re tevlihev e, lê heye û destnîşan kir, "Sedema nakokiyên me ew e ku pergalên me yên siyasî yên pir cuda hene."

Li qadê bomberdûman û pevçûn didomin. Gelek bajar, di nav de paytext Kîev, di bin dorpêça artêşa Rûsyayê de ne.

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di civîneke rojnamevanî ya li Cenevreyê de ragihand ku ji 24’ê Sibatê ve herî kêm 630 sivîl hatine kuştin û zêdetirî 1100 sivîl jî birîndar bûne.