Danûstandinên 'aştiyê' yên Efganistanê li ber destpêkirinê ne

Li Efganistanê meclîsa mezin (Loya Jîrga) ku bi hezaran oldar û rûspiyên welêt li hev dicivîne, daxwaza berdana 400 endamên Talîbanê pejirand.

Endamê meclîsê Atefa Tayîb got, "Ji bo astengiyên li pêşiya danûstandinên aştiyê rake, ji bo dawî li komkujiyan bîne û ji bo başiya gel, Jîra daxwaza Talîbanê ya ji bo berdana 400 girtiyan pejirand."

Ev biryar di encama nîqaşa ji sê rojan de hate wergirtin. Mijar û paşeroja girtiyan, ji bo destpêkirina danûstandinên aştiyê yên navbera Talîbanê û hikumetê weke pirsgirêkeke diyarker hatibû destnîşankirin.

Hikumetê heta niha zêdeyî 5 hezar endamên Talîbanê berda, lê belê berdana 400 girtiyên ku rêxistinê dixwest red dikir.

Talîbanê jî di çarçoveya peymanê de hezar endamên ewlekariyê berda bû.

Serokkomarê Efgan Eşre Ganî di dema vekirina meclîsê de axivî bû û gotibû, "Heta ku bi neteweyê neyê şêwirîn nepêkane ku bên berdan."

Piştî vê biryara Loya Jîrgayê, rayedarê hikumetê yê ji danûstandinan berpirsyar Abdullah Abdullah got, "Hevdîtinên aştiyê li ber destpêkirinê ne."

Serokkomarê berê Hamîd Karzayî jî got, "Hevdîtinên navbera Efganan rojek an jî du roj piştî berdana 400 girtiyan tê payin ku dest pê bikin."

Di nava girtiyên bên berdan de zêdeyî 150 kes bi cezayê kuştinê hatine cezakirin. Lê belê li gorî rêxistina şopandina mafên mirovan HRW, gelek ji wan ji ber dozen veşartî û êşkenceya ji bo mikurhatinê, ne diyar e ku sûc kirine yan na.

Di çarçoveya peymana dîrokî ya navbera DYE û Talîbanê de ku meha Sibatê li bajarê Doha yê Qatarê hate îmzekirin, di navbera hikumetê û Talîbanê de diviyabû 10'ê Adarê danûstandinan dest pê kiribûna. Lê belê ji ber pevguhertina girtiyan hevdîtin her tim hatin taloqkirin.