Danîmarka wê koçberan sirgunî giravê bike!

Li Danîmarkayê koalîsyona mûhafazakar-çepgir bi çarçoveya projeya ku dixwazin bêxin meriyetê, koçberên ku sûc kirine yan jî guman li ser wan heye wê sirgunî giravekê bikin.

Hikûmeta koalîsyonê ya serokwezîr Lars Lokke Rasmûssen yê partiya mûhafazakar û Dansk Folkeparti yê çepgir li dijî koçberan tedbîrên tund digrin. Li gorî agahiyên di hevdîtinên bûdce ya di navbera partiyên koalîsoynê de, wê girava Lîndhomen a 100 kîlometre ji paytext Kopenhagê dûr weke cihê nû yê koçberan were bikaranîn. Wê koçber sirgunî vê giravê werin kirin.

Tê palankirin ku koçberên sûc kirine yan jî bi guman û yên ku biryara dersînorkirinê ji bo wan hatiye dayîn li vê giravê bêne girtin. Ev girava ku xwedî herêmekî 7 hektar kapasîteya wê 125 kes e û tevî ku ji aliyê yekîneyên înfaz-cezayê tê birêvebirin jî weke ‘girtîgeh’ nayê dîtin.

AI’YÊ NERAZÎBÛN NÎŞAN DA

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (AI) li dijî planên hikûmetê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku nayê qebûl kirin ku koçber mehkumî giravekê werin kirin. Nûnera AI Claûss Jûûl got, “Eger hikûmeta Danîmarka vê biryarê bêxe meriyetê wê serî de Konvonsîyona Cenevre û gelek peymanên navnetewî binpê bike.”

POLITÎKAYÊN KOÇBERIYÊ TUND BÛBÛN

Li  Danîmarkayê ku nifûsa wê 5.7 mîlyon e di sala 2015’an de 21 hezar serlêdanên penaberiyê hatibû kirin. Lê heman salê bi avakirina koalîsyona mûhafazakar-çepgir re politîkayên koçberiyê hatibûn tundkirin û encama van politîkayan jî sala derbasbûyî 3 hezar û 500 serlêdan hatibûn kirin.