DAIŞ'ê êrîşa li Parîsê li xwe girt

Hat îdîakirin, kesê ku li Bûlvara Champs Elysees a li paytexta Fransa Parîsê gule li polîsan reşand, endamê DAIŞ'ê ye.

Bûyer saet di 21:20 de qewimî û di encamê de polîsekî jiyana xwe ji dest da. Êrîşkar jî ji aliyê polîsên din ve hate kuştin. Ev êrîşa ku polîsek jî birîndar bû, DAIŞ'ê li xwe girt.

Serokkomar Françoîs Hollande diyar kir, ku îhtimala 'êrîşa terorîstî' xurt e û di malpereke nêzî çeteyên DAIŞ'ê de hat îdîakirin, ku êrîş ji aliyê çeteyekî welatiyê Belçîkayê ve hatiye kirin.

Li gorî agahiyan, ev êrîşkar beriya niha ji ber endametiya Îslamiyên tund, ketibû ber lêpirsînê.

Ji ber ku ev êrîş demeke kurt beriya pêkhatina tûra yekemîn a hilbijartinên Serokkomariyê pêk hat, gelek namzetan kampanya xwe ya hilbijartinê ji bo demekê sekinandin. Namzeta rastgiriya tund Marîne Le Pen û namzetê rastgiran Françoîs Fîllon, serdanên xwe yên hilbijartinê yên îro (În) betal kirin.

Li Fransayê, çend roj beriya niha 2 kes bi îdîaya ku beriya hilbijartinê plana êrîşê kirine, hatibûn binçavkirin. Gelek madeyên teqemeniyê û çek bi van kesan re hatibûn bidestxistin.