DAÎŞ'ê li Kabûlê careke din êrîş kir: 3 kes mirin

Li rojhilatê Kabûlê ya paytexta Efxanistanê, di encana êrîşekê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Çeteyên DAÎŞ'ê êrîş girt ser xwe.

Halîd Zadran ê Berdevkê Polêsan ê Kabûlê roja Sêşemê bi rêya platforma X’yê ragihand ku di encama teqîna bombeyekê de sê kesan jiyana xwe ji dest dane û 4 kes jî birîndar bûne.

Rayedaran roja Çarşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku gumanbarek hatiye girtin û li sûcê xwe mikur hatiye.

Çeteyên DAÎŞ'ê roja Sêşemê li ser platforma Telegramê daxuyaniyek da û êrîş girt ser xwe. Li gorî daxuyaniyê teqîn di wesayita xebatkarên girtîgeha Pûle Çarkîyê de pêk hatiye. Pûle Çarkî mezintirîn girtîgeha Efxanistanê ye.

Çeteyên DAÎŞ'ê di 7’ê Çileyê de roja Yekşemê otobûsek li herêma Deşte Barçî ya Kabûlê hedef girtibû û di êrîşê de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Çeteyên DAÎŞ'ê yên li herêmê bi berdewamî êrîşî Şîayan dikin. Di Mijdara 2023’yan de jî  li Deşte Barçîyê di otobusekê de teqînek pêk hatibû û 7 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Çeteyên DAÎŞ'ê ev êrîş jî girtibû ser xwe.

Piştî ku Talîbanê di Tebaxa 2021’an de desthilatdarî bi dest xist,her çend hejmara teqîn û êrîşên xwekujîyê yên li Efxanistanê pir kêm bûne jî hin komên çekdar hê jî êrîşên xwe didomînin.