DAÎŞ'ê êrîş bir ser Xaneqînê: Kesek hate kuştin

Çeteyên DAÎŞ'ê li Xaneqînê êrîş birin ser bajarokê Qereteyê. Di encamê de kesek hate kuştin. Li paytext Bexdayê jî 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin.

Li gorî agahiyên hatine standin li bajarokê Qeretepe ya ser bi Xaneqînê ya ser bi parêzgeha Diyalayê, çeteyên DAÎŞ'ê êriş bi ser masîgiran.

Hate ragihandin ku êriş li ser rûbarokê Hemrînê hatiye kirin û di encamê de kesek hatiye kuştin, yek jî birîndar bûye.

LI BEXDAYÊ 3 ÇETEYÊN DAÎŞ'Ê HATIN GIRTIN

Di vê navberê de li paytext Bexdayê jî operasyonek li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê hate kirin.

Saziya Îstîxabaratê ya Iraqê diyar kir ku di encamê de 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatine girtin.