DAÎŞ'ê êriş bir ser hêzên Iraqî yên li Mexmûrê: 2 leşker mirin
Çeteyên DAÎŞ'ê êriş birin ser hêzên Iraqî yên li Çiyayê Qereçoxê yê li navçeya Mexmûrê ya Mûsilê. Di êrişê de 2 leşkerên Iraqî jiyana xwe ji dest dan.
Çeteyên DAÎŞ'ê êriş birin ser hêzên Iraqî yên li Çiyayê Qereçoxê yê li navçeya Mexmûrê ya Mûsilê. Di êrişê de 2 leşkerên Iraqî jiyana xwe ji dest dan.
Fermandarê Pêşmergeyan ê Mûsilê Xazî Faysal li ser êrişê ji RojNewsê re axivî û got, "Saet di 01:10'an de çeteyên DAÎŞ'ê êriş birin ser baregeha leşkerên Iraqê ya li gundê Girdeharê yê li çiyayê Qereçoxê. Çeteyan bi çekên karnasê êriş kirin û di encamê de 2 leşkerên Iraqê mirin, 2 jî birîndar bûn."
Faysal anî ziman ku çeteyan her wiha mayin li ser rê bi cih kirin û dema hêzên Iraqî bi hawara hêzên xwe yên li herêmê ve dihatin, teqandin. Li ser teqîna mayinê agahiyên berfireh bi dest neketin.