Li Myanmarê qurbaniyên mayinên binerdê, ji sedî 40 zêde bûne

Li gorî UNICEF’a Neteweyên Yekbûyî, sala 2022’yan mayinên binerdê û teqemeniyên neteqiyayî her roj herî kêm bûne sedema mirin an jî birîndarkirina kesekî/ê. Hate diyarkirin ku ev bûyer li gorî sala 2021’ê ji sedî 40 zêde bûye.

Sala 2021’ê li Myanmarê hikûmeta sivîl a Aûng San Sûû Kyî, ji aliyê leşkeriyê ve hat hilweşandin. Li herêmên ku bi dehan sal in şer lê nayê kirin, careke din bi komên serhildêr ên etnîkî û bi dehan “hêzên parastina gel” dest pê kir.

Myanmar, ne di nav wan welatan de ye ku peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) ya qedexekirina bikaranîn û hilanîna mayinên antîpersonel îmze kiriye.

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku sala 2022’yan 390 kes ji ber mayinên reş an jî teqemeniyên neteqiyayî jiyana xwe ji dest dane an jî mirine, her wiha bal kişand ser wê yekê ku ev bûyer li gorî sala borî ji sedî 40 zêde bûye.

Hate diyarkirin ku nêzî ji seyan duyê van bûyeran, li herêmên nêzê sînor diqewimin ku komên çekdar ên etnîkî bi dehan sal in ji bo xweserî û kontrolkirina çavkaniyên weke kereste û kevirê kesb şer dikin.

Li gorî UNICEF’ê beriya derbeyê, sala 2020’an, 254 kes hatine kuştin an jî birîndarkirin.

Artêşa Myanmarê, di şerê navxweyî yê bi dehan salan de gelek caran bi hovîtî û kirina sûcên şer hat tawanbarkirin.

Rêxistina Efûyê di daxuyaniya xwe ya par de artêşa Myanmarê tawanbar kir ku di şerê li dijî derbeyê de gelek mayinên binerdê daniye. Hat diyarkirin ku mayin bi taybetî li der û dora dêran û di bin rêyan de ku diçin ser zeviyên birinc, hatine bicihkirin.