Yewnanistan, wê 35 km yên din ên sînorê xwe yê bi Tirkiyeyê re têl bike

Hikûmeta Yewnan, ji bo koçber bi qaçaxî nekevin nava Yewnanistanê, dixwaze sînorê xwe yê bi Tirkiyeyê re 35 km yên din jî têl bike.

Yewnanistan, bihureke bingehîn e ji bo penaberên dixwazin derbasê welatên rojavayê Ewropayê bibin. Hikûmeta Atînayê, ji bo koçber bi qaçaxî nekarin bikevin nava Yewnanistanê biryar da ku sînorê xwe yê bi Tirkiyeyê re ku netêlkiriye jî bi têlên ji pola bigire.

Wezîrê Parastina Welatiyên Yewnanistanê Takîs Theodorîkakos ku bi radyoya Skaiyê re axivî, ragihand ku ew sînorê xwe yê ku seranserê Rûbarê Merîçê têl kirine, ji bo 35 km yên din jî têl bikin wê di demeke nêz de dest bi xebatê bikin.

PLANÊ TÊLKIRINASÎNOR BI 140 KÎLOMETREYAN

Rêveberiya Atînayê îdia kir ku tevdîrên ewlehiyê yên heyî ne bes in û biryar da ku sînorê xwe bi Tirkiyeyê re ku 140 km ye, têl bike û par 37 km û nîv ê sînor têl kir.

Li gor yekîneyên ewlehiyê yên sînorê Yewnan, sala 2022’yan, 256 hezar penaberên ji Tirkiyeyê hatine û hewil dane ku ji Rûbarê Merîçê derbas bibin, hatine astengkirin.