Covîd-19 dibe sedema mirinên din jî

Li gorî lêkolînekê li gel mirinên rasterast bi Covîd-19'ê ji ber hawîrdora pandemiyê û sînordarkirinan mirinên bi sedema nexweşî û sedemên din jî pir zêde bûne.

Li gorî lêkolînekê ya li Fransayê hatî kirin, ji ber pandemiya Covîd-19'ê, ji ber sînordarkirinên derketina derve mirinên ji ber sekinandina dil ji berê du caran zêdetir bûne.

Di lêkolînekê de ya di rojnameke zanistî ya The Lancet Publîc Healt de weşiyayî li Parîs û derdora wê 6,8 milyon dane hatin lêkolan. Li gorî vê di weqayên sekinandina dil de, ku jê re kardiyak arrest tê gotin îsal di navbeyna 17'ê Adarê û 26'ê Nîsanê de, ku dema sînordarkirinên derketina derve pir zêde bûne.

Weqayên ji ber rawestandina dil, zêdebûna ya li rêja 9 salên dawî, li gorî eynî şeş heftiyên salên 2012-2019'an serê milyonekê 13,4 bû. Lê di van şeş heftiyê pêşî de yên dema qedexeyên derketina derve ya ji ber Covîd-19'ê serê milyonekê ev bû 26,6. Di vê pêvajoyê de tenê ji ber sekinandina dil 521 yek rakirin nexweşxaneyan, salên din bi tevahî ev li derdora 260'î bû.