Covîd-19 bi lez li Rûsya û Emerîka belav dibe

Li Rûsya û Emerîkayê mirinên ji ber şewba Covîd-19 her diçe zêdetir dibe, li Ewropayê jî tevdîtên li malê bimînin jî tên sistkirin.

Li cîhanê 5 milyon û 940 hezar kes bi şewba Covîd-19 keteine. Li gorî daneyên fermî heta niha 363 hezar kes mirine.

DYE yek ji welatê herî zêde ji ber şewbê kes lê dimirine. Li DYE 1 milyon û 770 hezar kes bi şewbê ketine, 103 hezar û 379 hezar kes jî mirine.

Li Qiraltiya Yekbûyî 37 hezar û 837, li Îtalya 33 hezar û 142, li Fransa 28 hezar û 662 û li Spanyayê jî 27 hezar û 119 kes mirine.

Li Emerîkaya Latîn herî zêde Brezîlaya ji şewba Koronayê bandor bûye. 439 hezar kes bi şewbê ketine, herî kêm 26 hezar û 764 kes jî mirine. Hejmara kesên li Perûyê jî mirine gihişte 4 hezarî.

Li Rûsyayê li gorî daneyên fermî 387 hezar kes bi şewbê ketine. 4 hezar û 374 kes jî mirine. Rûsya piştî DYE û Brezîlya di rêza sêyan de ye.

Li Ewropa ya ku 176 hezar kes ji ber şewbê mirine û 2, 1 milyon kes jî bi şewbê ketine, belavbûna vîrûsê kêmtir bûye. Li gorî daneyên rojan e, di astekî cidî de daketin heye. Ji ber vê rewşê di nava çend hefteyên dawî de bi awayekî beşî tedbîrên ku li malê bimînin tên sistkirin. Lê sînorên Yekîtiya Ewropayê hê jî girtî ne.

Li Asya jî zenga belavbûna şewbê hate lêdan.

Li Tirkiyeyê jî 4 hezar û 461 kes mirine, 161 hezar kes jî bi şewbê ketine.