Li gorî daxuyaniya Qesra Elyseeyê Serokomar Macronî, Gabriel Attal ji bo "avakirina hikûmetê" ew wezîfedar kiriye.
Demekê beriya niha, Serokomarê Fransayê ji bo sepandina ‘’projeya nûkirin û jinûveçekdarkirinê’’ anîbû ziman ku ew ji enerjiya Gabrîel Attal piştrast e.
Wezîrê Perwerdeyê yê ciwan û navdar wê were şûna serokwezîra hikûmetê ya bîst mehan Elîsabeth Borneyê.
Hê ne diyar e ku wê koma hikûmet çi qasî biguhere. Li gorî çapemeniya Fransayê, hin kesên nêzîkî serokkomar banga xurtkirina hikûmetê dikin û niha koma hikûmetê ji 39 endaman pêk tê.
Beriya ku serokwezîr were eşkerekirin, Sosyalîst û Komunîstan weke tevgera France Insoumîseyê gefên daxwaza fermî ya ji hikûmetê, nexwarin, lê belê wan weke nêrîneke hevpar ji hikûmeta nû daxwaza xwe ya ku ji parlemento dengê pêewlehiyê bide, anîn ziman.