Civînên destûra bingehîn a Sûriyeyê dewam dike

Li gel doandina civînên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyeyê, hate ragihandin ku nûnerê heyeta rejîma Şamê Kuzbarî hevdîtina raste rast a li gel ‘muxalefetê’ red kiriye.

Civînên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ku fermî 30’ê Cotmehê li Ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hatibû destpêkirin di roja 3’an de dewam dike. Têkildarî civîna ku ji ragihandinê re girtî dom dike, bi rojane ji aliyê buroya çapemeniya NY’yê agahiyên li ser domandina civînê tê ragihandin.

Li gorî agahiyên ji kulîsan hatin girtin, Ahmed el Kuzbarî ê serokatiya Komîteya Rejîma Sûriye dike, tevlîbûna civîna sê alî ya ku li gel Nûnerê Taybet ê NY’yê Sûriye Geîr Pedersen û nûnerê ‘muxalîfan’ Hadî el Bahra ku dihate plankirin bê kirin redkiriye. Hate ragihandin ku Kuzbarî ji bo rêveberên NY’yê ragihandiye ku ew ê tevlî civînê komîteya destûra bingehîn a bi tevlîbûna 150 kesên bibe, lê tevlî civîanên bi nûnerên ku qaşo muxalîfin re nabe.