Cezayîrî wê 4'ê Tîrmehê Serokkomarê nû hilbijêrin

Li Cezayîrê, piştî ku bi milyonan kes daketin qadan û dawî li desthilatdariya Buteflika ya 20 salan anî, wê 4'ê Tîrmehê Serokkomarê nû were hilbijartin.

Kesê ku di hilbijartinê de bi ser bikeve wê bikeve şûna Abdulaziz Buteflika ku 20 salan desthilatdar bû.

Wezîfeya Buteflika niha ji aliyê Serokê Senatoyê Abdulkadir Bensalah ve tê birêvebirin.

Bensalah mohra xwe danî binê biryarnameyekê ku diyar dike, wê hilbijartinên serokkomariyê 4'ê Tîrmehê de bên kirin.

Buteflika ji ber zexta gel 2'ê Nîsanê ji neçarî îstifa kiribû. Buteflika yê 82 salî, sala 2013'an xwîn rijiya bû ser mejiyê wî û têkiliya wî ya bi gel re qut bûbû.

Wekîlê Serokkomar Bensalah diyar kir ku wê hilbijartin bi rengekî berçav pêk were û ew ê nebe namzet.