Çepgirên li nava Partiya Demokrat a Îtalyayê tevgereke nû ava kirin

Çepgirên li nava Partiya Demokrat (PD) a li Îtalyayê desthilatdar e, li ber polîtîkayên lîberan ên serdema Matteo Renzî rabûn û biryar dan ji partiyê cihê bibin.

Baskê çep ê li nava partiya PD'ê, ku alîgirê polîtîkayeke hê çepgiriyê ne, ji partiyê qut bûn û Tevgera Pêşverû û Demokratan ava kirin. Massîmo D'Alema û Pîer Lûîgî Bersanî jî destek dan vê tevgera nû.

Serokê Koma Meclîsê ya PD Roberto Speranza û Serokê Herêma Toskana Enrîco Rossî pêşengiyê ji tevgera DP re dikin. Di manîfestoya DP de, tê destnîşankirin ku divê welat li dijî siyasetmedarên rastgir û populîst têbikoşin. Her wiha tê gotin, têkoşîna li dijî rastgiran bi 'bicihanîna çepgiriyê' dibe û rexneyên tund li Serokwezîrê berê û lîderê PD Matteo Renzî hat kirin.

Renzî, piştî têkçûna di referandûma Kanûnê de ji Serokwezaretiyê û di nava hefteyê de jî ji serokatiya partiyê îstifa kiribû. Di manîfestoya DP de bal tê kişandin ser hewldanên Renzî ji bo ji nû ve bibe Serokwezîr û hat gotin, "DP a nû ava bûye, wê di nava quretî, hêrs û daxwazên şexsî yên lîder de nefetise."

Di manîfestoya DP de ji bo ji nû ve avakirina tifaqa 'Dara Zeytûn'ê bang hat kirin, ku ev tifaqa ji partiyên çep pêk dihat di hilbijartinên giştî yên 1996 û 2006'an de bi ser ketibû. Her wiha işaret bi girîngiya terikandina polîtîkayên lîberal hat kirin.