Bûteflîka îstîfa dike, gelo wê krîz çareser bibe?

Li Cezayîrê ya ku bi hefteyan e bi milyonan kes daketine kolanan, Serokkomar Abdulazî Bûteflîka diyar kir ku beriya dawiya mehê wê îstîfa bike.

Li Cezayîrê bi milyonan kes daketin qadan û rê li ber vî tiştî vekirin Bûteflîka yê ku 20 sal in desthilatdar e, bi paş ve gavan biavêjin. Gel niha jî dixwaze Bûteflîka îstîfa bike. Bûtelîfka di 1’ê Nîsanê de daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku wê beriya 28’ê Nîsanê îstîfa bike. Lê gel ev gav pîroz nekir. Li gorî gel Bûteflîka dixwaze tiştekî din bike.

Li gorî çalakgeran pergala ku wê piştî Bûteflîka organîze bike, wê heman pergal be. Ji ber vê jî gelê Cezayîrê dixwaze pergala heyî were guherandin û komareke nû were avakirin.

Wê Serokê Senatoyê Abdulkadîr Bensallah ê 76 salî peywira Bûteflîka bidomîne. Ji ber ku ev kes nêzî Bûteflîka ye, gel wî jî red dikin.

Karîm Tabbû ku yê ku pêşengekî mûxalefeta civakî ye got ku “Gel dixwaze hemû biçin.”

Di rojên dawîn de artêşa Cezayîrê jî dest ji Bûteflîka kişandiye û xwestibû ku divê xala Destûra Bingehîn were pêkanîn a ku dikare Bûteflîka ji kar bigire. Çalakger jî diyar dikin ku ev hewldan tê wateya parastina pergalê.