Budceya parstina DYA’yê tê zêdekirin

Di pêşnûmeya nû de ya ji aliyê rêveberiya nû ya Dewletên Yekbûyî ya Amarîkayê (DYA) ve hate ragihandin, budceya beşa parastinê di rêjeyekî mezin de hate bilindkirin, tê payîn ku budceya gelek ajansên federal û piştgiriya alîkariyê bên kêm kirin.

Li gorî pêşnûmeya ji aliyê Ofîsa Budceya Federal ve hate ragihandin, rêjeya budceya parastinê ji sedî 10 hatiye zêdekirin, ango wê heta 54 mîlyar dolar bê zêdekirin. Ji beriya niha hatibû diyarkirin ku wê Trûmp giraniyê bide ser mijarên parastinê.

Rêveberiya Trûmp rêjeya zêde ya di budceya parastinê de pêşniyar dike, dide nîşandan ku wê jig elek cihên cuda qûtkirinan bike.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Ofîsa Budceya Federal, wê di rêjeya gelek ajansên federal û di ofîsan de budce bê kêmkirin. Ne hat zanîn ku ka wê budceya kîjan ajansan bên kêmkirin, tê plankirin ku wê di alîkariya piştgiriya welatên hejar de jî kêmkirin bên kirin.

Li gorî nûçeya Rojnameya New York Tîmes a ji beriya niha parvekiribû, wê budceya Ajansa Parastina Derdor a Netewî (EPA) û Wezareta Karê Derve bê kêmkirin. Dîsa jî wê di beşên civakî yên alîkariyê de budce were kirin.