Blînken: Divê hemû hêzên ji derve ji Lîbyayê derkevin

Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Antony Blînken diyar kir ku divê hemû hêzên ji derve ji Lîbyayê derkevin.

Wezîrê Karê Derve yê DYE Antony Blînken li Berlînê bi Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Maas re rûnişt.

Di civîna çapemeniyê ya hevpar de Blînken got “Peymana agirbesta di 23’ê Cotmehê de, vekişandina hêzên ji derve ya ji Lîbyayê jî tê de, divê baş were pêkanîn. Em û Elmanya li ser fikra Lîbyaya serwer, bi îstîkrar, yekgirtî û ewle ne. Ewlekariya herêmî jî tiştekî bingehîn e.”

Welatên sereke yên ku tevlî nav şerê li Lîbyayê bûne ji bo civîneke nû li Berlînê kom dibin. Tê xwestin ku di dawiya salê de hilbijartin were kirin, hêzên ji derve û leşkeren bi pere werin vekişandin.

Neteweyên Yekbûyî di meha Kanûnê de diyar kiribû li Lîbyayê hejmara hêzên ji derve dora 20’î ye.

Leşkerên bi pere yên ku şîrketa Rûs Wagner bi kar tîne, yên ji Çadê û Sûdanê, leşkerên Tirk û komên çeteyan ên ku Tirkiyeyê ew ji Sûriyeyê anîne di vê kategoriyê de ne.