Bîlançoya erdheja li Meksîkayê giran dibe

Li herêma Pûebla ya Meksîkayê, bi mezinahiya 7,1 pileyî erd hejiya. Tê gotin, 150 kesî ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyên destpêkê, hejmara mirovên ji ber erdheja bi dijwariya 71, pileyî li Meksîkayê jiyana xwe ji dest dan, 150 derbas kir. Ji ber ku gelek avahî xera bûne, fikar hene ku gelek kes di binê xirbeyan de mane.

Li gorî hejmarên fermî yên destpêkê, tenê li paytext Meksîko Cîty 30 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li eyaleta Morelosê 54, li Pûeblayê jî 26 kes mirin.

Hat ragihandin, li paytext Meksîko Cîty di dema erdhejê de dibistanek xera bû û herî kêm 21 zarok û 4 mezinên li dibistanê jiyana xwe ji dest dan. Tê gotin, herî kêm 20 zarok di binê xirbe de man e û karê lêgerîna li wan û rizgarkirinê dewam dike.

19'ê Îlona 1985'an, li Meksîko Cîtyê erdhejeke dijwar rû da bû û bi qasî 10 hezar kesî jiyana xwe jidest dabû. Erdheja vê dawiyê, ku li herêmek bi 120 kîlometreyan a li başûrê paytext û bi 51 kîlometreyan di binê erdê de rû da, di salvegera 32. a erdheja berî xwe de pêk hat.

Rayedaran gotin, bi wexta herêmê saet di 13:14'an de 2 saet beriya rûdana erdhejê, teqtbîqat bi wesîleya salvegera erdheja sala 1985'an dihate kirin.

Li paytext Meksîko Cîty herî kêm 38 avahî xera bûn û ji bo tespîtkirina xisarê balafirgeha navneteweyî hate girtin. Nexweşxaneyên ku zerar li wan bû, hatin valakirin. Şîrketa belavkirina enerjiyê CFE ragihand, ku herî kêm 3 mîlyon û 800 kes bê elektrîk mane.

Serokdewlet Enrîqûe Pena Nîeto, konseya krîzê ya neteweyî ya lezgîn civand û rewş nirxand. Hat ragihandin, ku karê lêgerîn û rizgarkirinê û rakirina enqazên avahiyan dikare bi hefteyan dewam bike.

Ji ber erdhejê gelek dewletan peyamên sersaxiyê weşandin û xwestin alîkariyê bikin.

7'ê Îlonê di erdheja bi dijwariya 82, pileyî de bi qasî 100 kesî jiyana xwe ji dest da bûn.