Bîlanço li Beyrûdê giran bû: 137 kes mirin, 5 hezar kes birîndar bûn

Li gorî bîlançoya dawî ya teqînên li paytexta Lubnan Beyrûdê, herî kêm 137 kesî jiyana xwe ji dest dan, 5 hezar kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku heta niha herî kêm 137 kesî jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 5 hezar kes birîndar bûne.

Tê gotin ku teqînên mezin ên roja Sêşemê li bendergehên Beyrûdê rû da, di encama teqîna bi hezaran ton amonyûm nîtratê de pêk hatin ku li depoyekê hatibûn bicihkirin.

Li gorî rayedaran nîvê Beyrûdê ji ber teqînê zerar dît û 300 hezar kes bêmal man. Tê texmînkirin ku xisara ji ber teqînê rû da ji 3 heta 5 milyar dolar e.

WELAT ÇAWA KETE VÊ REWŞÊ?

Piştî teqînan, karên ne li rê yên rêveberên siyasî ji her demê bêhtir ketin rojevê.

Lubnan ji xwe di krîza herî giran a dîroka xwe de ye. Olîgarşiya siyasî û malî ku 30 sal in welêt bi rê ve dibe û gel ji her demê bêhtir ji hev dûr ketin.

Beriya felaketa li bendergehê şêniyên Beyrûdê ji xwe li dikanan bi zorê xurek peyda dikirin û elektrîk qut dibû. Bi mehan çalakiyên protestoyî hebûn. Li gorî rêxistina civakî ya sivîl a bi navê Save the Chîldren li paytext Beyrûdê nîv milyon zarok ji bo bijîn têdikoşin.

Li welêt hema bêjin temamiya madeyên xwarinê ji derve tên kirîn. Qîmetê pereyê Lubnanê têk çûye. Ji meha Îlonê ve bi rêjeya 80 ji sedî bêqîmet bûye. Enflasyon mezin dibe. Li gorî daneyên fermî yên meha Hezîranê enflasyon gihîştiye 90 ji sedî.