Biden li ser krîza Ûkraynayê daxuyanî da

Serokê DYA’yê Joe Biden têkildarî krîza Ûkraynayê daxuyaniyek da û diyar kir ku niyeta wan a şer bi Rûsyayê re nîne û got: “Eger Rûsya gavên din bavêje, ew ê mueyîdeyê zêdetir bikin.“

Piştî ku Rûsyayê ragihand ku serxwebûna du komarên veqetînxwaz ên li rojhilatê Ûkraynayê esas digre, Serokê Amerîkayê Joe Biden jî der barê mijarê de daxuyanî da.

Biden esas girtina du komarên cudaxwaz ên li rojhilatê Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve weke "destpêka dagirkeriyê" bi nav kir û biryarên mueyîdeyê ku wan girtine ragihand.

Xalên girîng ên daxuyaniyên Biden wiha ne:

“*Duh Putin got ku Ûkraynayê 2 herêman bi fermî wek serbixwe nas dike. Wî got ku ew ne beşek ji Ukraynayê ye û herêmek serwer e. Ji ber vê yekê wî got ku wî ev cîh ji xwe re veqetand. Niha jî li beşên Ukraynayê maf tê îdîakirin. Ev destpêka dagirkirina Ûkraynayê. Ez ê bi mueyîdeyan dest pê bikim. Ew ê ji ya ku me di sala 2014 de pêk anî zêdetir be. Kî mafekî wiha dide Pûtîn? Ev der axa cîranê wî ye. Li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

* Min ev yek di rûyê Pûtîn de jî got. Îro ez mueyîdeyê yekem radigihînim. Li vir me bi hevkariyên xwe re ev yek kir. Ger Rûsya rewşê zêde bike, em ê  mueyîdeyê zêdetir bikin. Me biryar da ku mueyîdeyê li ser du şirketên mezin ên Rûsyayê û Ordu Bank mueyîdeyê bikin. Wê ji Rojava deyne û bazirganiyê neke. Di rojên pêş de em ê mueyîdeyê li ser malbatên elît ên Rûsyayê jî bikin. Ger Rûsya êrîşên xwe bidomîne, dê bi mueyîdeyên zêdetir re rû bi rû bimîne.

*Em difikirin ku Rûsya dê dîsa êrîşî Ûkraynayê bike. Gefên wan li ser hemû paytext û bajaran hene. Zêdeyî 150 hezar leşkerên Rûs li herêmê ne. Rûsya her ku diçe nêzîkî sînorê Ukraynayê dibe. Hêzên deryayî yên wan li Behra Reş e. Li ser sînor bankeyên xwînê amade dikin. Ger hûn şer nekin, hûn ê bi bankayên xwînê çi bikin? Niha provokasyoneke siyasî heye. Ev binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Pûtîn ji parlementoya Rûsyayê erê kir. Ev yek rê li ber çalakiyên leşkerî yên din vedike.“

Biden anî ziman ku wan beşa yekem a mueyîdeyan ragihandiye û got: "Ji ber ku Rûsya rageşiyê zêde dike, em ê mueyîdeyan zêde bikin."

Biden anî ziman ku wî biryar daye ku hêz û alavên xwe li welatên Baltik zêde bike. Biden got ku hêzên Amerîkî ku niha li Ewropayê ne û hin alavên wan Estonya, Letonya û Lîtvanya werin bicîh kirin da ku "parastina xwe xurt bikin".

Biden diyar kir ku niyata wan a şer bi Rûsyayê re nîne û wiha got: “ Ev tenê gavên me yên parastinê ne. Niyeta me ya şer bi Rûsyayê re nîne. Lê ez dixwazim vê peyamê bi awayek vekirî bibêjim; Amerîka bi hevalbendên xwe re ne, wê her santîmek axa NATO biparêze û sozên dane NATO’yê wê bi cih bîne.“