Bicihanîna qanûna koçberan a Trûmp hat rawestandin

Dadgeha Federal a New Yorkê, bicihanîna biryarnameya Serokê DYA Donald Trûmp a li ser qedexekirina hatina welatiyên 7 welatên Misilman, ji bo demekê rawestand.

Piştî ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp mohra xwe danî binê biryarnameya, ku hatina welatiyên Iraq, Lîbya, Somalî, Sûdan, Sûriye, Yemen û Îranê qedexe dike, tê gotin ku 100-200 kes li balafirgehên bajarên cuda yên DYA hatine binçavkirin.

Du welatiyên Iraqê, ku ji aliyê qanûnî ve destûra wan hebû bên Amerîkayê, li Balafrgeha John F. Kennedy (JFK) a li New Yorkê hatin binçavkirin. Yek ji van her du kesan hat berdan.

Parêzerên Yekîtiya Azadiya Sivîlan a Amerîkayê (The American Civil Liberties Union-ACLU), ji bo berdana Iraqiyên hatin binçavkirin û betalkirina biryara Trûmp a ku pêşî li hatina welatiyên hin welatên Misilman digire, serî li dadgehê dan.

Dadgeha Federal a New Yorkê jî li ser vê serlêdanê bicihanîna biryarnameya Serokê DYA Donald Trûmp a li ser mijarê, ji bo demekê rawestand.