Bi şeş roketan êriş birin ser balafirgeha Bexdayê

Li paytexta Iraq Bexdayê, bi şeş roketan êriş li ser balafirgeha navneteweyî hate kirin.

Çavkaniyên ewlehiyê ragihandin ku bi şeş roketan li dijî balafirgeha Bexdayê êriş hatiye kirin.

Hate ragihandin ku roket li park û pîstan ketine. Li gorî agahiyan di êrişê de tiştek bi kesî nehat, lê xisar li balafirekê bû.

5'ê Çileyê li wîlayeta Anbarê jî bi roketan êriş li ser balafirgeha Ayn El Esad hate kirin ku hêzên Emerîkî jî lê ne.

Mehên dawî li dijî yekîne û berjewendiyên Emerîkayê gelek caran bi drone û roketan êriş hatin kirin.