Bi sedan Naziyên di dema Qirkirina Yahûdiyan de amade bûn, hê sax in!
Tê gotin, bi sedan Nazî û hevkarên wan ên di Qirkirina Yahûdiyan de li dijî mirovahiyê sûc kirin, sax in û divê hesab ji wan bê pirsîn.
Tê gotin, bi sedan Nazî û hevkarên wan ên di Qirkirina Yahûdiyan de li dijî mirovahiyê sûc kirin, sax in û divê hesab ji wan bê pirsîn.
Serokê Navenda Sîmon Wîesenthal a li Los Angelesê dîroknas Efraîm Zûroffü, ku weke nêçirvanê li dijî Naziyan tê naskirin, beriya merasîmên bîranîna Yahûdiyên hatin qirkirin, gelek welat rexne kir ku bi têrkerî sûcdarên şer mehkeme nakin.
Zûroff li Qûdsê li ser mijarê axifî û diyar kir, hê gelek efserên SS, endamên partiya Nazî (NSDAP) û gelek hevkarên wan sax in. Zûroff ragihand, dibe ku hejmara van bi hezaran kes bin û destnîşan kir, tevî ku 72 sal di ser re derbas bûne jî divê Naziyên berê hesab bidin.
Efraîm Zûroff da xuyakirin, ku dema ew emrê van Naziyên berê dinirxînin, divê darizandina wan bi lez û bez were kirin û welatên ku van van sûcdaran xwe lê girtine rexne kir, ji bo darizandinê bi têrkerî tevnagerin.
DU JI SÊ PARÊN YAHÛDIYÊN LI EWROPAYÊ HATIBÛN KUŞTIN
Bi mîlyonan Yahûdiyên ku berî û piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê li Elmanya Nazî bi rêk û pêk hatin kuştin, îsal wê cara 72'an bên bîranîn.
Qirkirina herî zêde li kampa Awûschwîtzê hat kirin, ku tê texmînkirin li vê derê 1,1 mîlyon mirov hatine kuştin. Artêşa Sor a hêza leşkerî ya Yekîtiya Sowyetan, di 27'ê Çileya 1945'an de li dijî Elmanyayê dest bi êrîşê kir û bi qasî 8 hezar kesên li Kampa Awûschwîtzê sax ma bûn, rizgar kiribû. Lewma ev roj, 27'ê Çileya 1945'an weke roja bîranîna qurbaniyên qirkirinê hatibû qebûlkirin.
Tê texmînkirin, di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de 5 heta 6 mîlyon Yahûdiyan jiyana xwe ji dest dane. Ev yek tê wê wateyê, ku di wê demê de du ji sê parên Yahûdiyên li Ewropayê, du ji pênc parên Yahûdiyên li gelemperiya cîhanê hatin kuştin.