Bi saya tîrêjên rojê ava deryayê wê bibe ava vexwarinê

Zanyaran parzûngehek çêkirin, ku ev parzûngeh bi rêya enerjiya ji rojê di nava 30 deqeyî de ava şor a deryayê dike ava vexwarinê.

Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, li dinyayê ku nifûsa xwe 7.7 milyar mirov e, nêzî 2 milyar mirov ji ava vexwarinê bêpar in. Ji ber ku çavkaniyên ava vexwarinê bi hinceta germahiya global, qirêjiya pîşesaziyê û bajarvaniyê kêm bûne, karê parzûngehê û paqijkirina avê zêde girîng bûye.

Li gorî lêkolînekê ku li kovara bi navê Nature Sustainability hate weşandin, bi saya madeyeke nû ya ji metalîk iyonan pêk tê, di nava 30 deqeyî de ava şor a deryayê dikare bê paqijkirin. Tê gotin ku bi kîloyeke vê madeyê 150 lître ava vexwarinê dikare bê peydakirin.

Li gorî lêkolîna ku ji aliyê zanyarên Çînî û Awûstralyayî hate kirin, madeya PSP-MIL-53 dema ku bi malzemeyeke din a paqijkirinê tê bikaranîn, hingî rêjeya madeya hişt dadixîne binê rêjeya 500 ji 1 milyonî. Ev jî li nirxê 600 ji 1 milyonî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê tê, ku dema av gihîşt vî nirxî dikare bê vexwarin û weke ava paqij tê dîtin.

XWÊ DI TARÎTIYÊ DE DIMÊJE Û DI ROJÊ DE BELAV DIKE

Di vî karê zanyaran de tişta herî zêde balê dikişîne ew e ku karê parzûngehê bi saya tîrêjên rojê tê kirin. Li gorî vê yekê, madeya bi rengê krîstal destpêkê di tarîtiyê de ji aliyê ava tûj û şor ve tê mêtin. Piştre ev made 4 deqeyan li ber tavê tê hiştin û xwê ya ku kom bûye serbest tê berdan. Piştre jî karê fîltrekirina avê dest pê dike.

MALIYETA XWE KÊM E, PÊWÎSTÎ BI ENERJIYEKE ZÊDE NÎNE

Taybetmendiyeke din a vî karî ew e ku em ekonomîk e hem jî pêwîstî bi enerjiyeke zêde nîne. Berevajî parzûngeha ji rêzê, pêwîstî bi germkirinê yan jî bikaranîna elektrîkê nîne. Bi vê rêbaza nû re pêwîstî tenê bi tîrêjên rojê heye.

Her wiha di dema paqijkirina avê de jî pêwîstî pê nîne ku madeyên kîmyewî bên bikaranîn, lewma pirsgirêk madeyên jibermayinê yên ku hawirdorê qirêj bikin jî ji holê radibe.