Bi hezaran xwendekar bi dirûşmên 'şoreş' daketin qadan

Li paytexta Fransa Parîsê bi hezaran xwendekarên amadeyî bi dirûşmeya ‘şoreş’ daketin qadan û daxwaza îstifaya Serokkomar Emmanûel Macron kirin.

Li Fransayê bi taybet xwendekar ev 4 roj in li dijî reforma dîplomeyê çalakiyan lidardixin û îro jî xwendekar daketin qadan. Li gelek navendan şer derket.

NE TENÊ ÎSTIFA, ŞOREŞ!

Li gorî AFP’ê xwendekara jin a li dibistana amadeyî ya Jean-Jaures de Montreîlê dixwîne, Jeanne pankarta ‘Berxwedan ne sûce’ got; “Ya pêwîst ne îstifa ye, şoreş e”. Jean-Jaures de Montreûîl yek ji dibistanên amadeyî yên hatine bloke kirin e.

Banga çalakiyê ji aliyê sendikaya UNL ya xwendekarên amadeyî ve hate kirin. Serokê sendÎkayê Loûis Boyard di dema meşê de wiha got; “Em li dijî zextan li virin. Chennema hikûmetê kirî.”

RAPERÎN

Meş li qada di navbera metroya Stalîngrad û qada Repûblîqueyê de hate kirin û bi dehan xwendekarên zanîngeh û mamosteyan jî beşdarî meşê bûn û piştgîri da xwendekaran.

Mamosteya bi navê Natacha ya ku di grevê de ye wiha got; “Bayê raperînê heye, demê daxwazên me hatiye.”

Li qada Repûblîqûeyê xwendekarên amadeyî ketin ser çongan û destê xwe danîn serserê xwe û bi vî rengî destgîrkirina 151 xwendekaran a roja Pêncşemê ji aliyê polisê Mantes-la-Jolîeyê ve protesto kirin. Roja Pêncşemê li tevayî welat li 300 dibistanên amadeyî çalakiyên blokajê hatibûn lidarxsitin û zêdetirî 700 xwendekar hatibûn destgîrkirin.

Bi çalakiya li Parîsê re li gelek bajar û taxan xwendekar daketin qadan. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin dîsan di navbera xwendekar û polîsan der şer heye.

LI 700 DIBISTANÊN AMADEYÎ BLOKAJ

Li gorî sendîkaya UNL’ê li 700 dibistanên amadeyî 700 çalakiyên blokajê hatin lidarxistin. Hikûmetê ragihand ku tenê li 200 dibistanên amadeyî çalakiyên blokeyê hatine kirin û bi vê re xwest rewşa çalakiyan kêm nîşan bide.