Bi hezaran kesî li Londonê li fîlmê Farhadî temaşe kirin

Fîlmê derhênerê Îranî Asgar Farhadî, ku ji ber biryarnameya Serokê DYA Donald Trûmp a li dijî koçberan Oscar boykot kir, li Londonê ji aliyê bi hezaran kesî ve li meydanê hat temaşekirin.

Ji bo temaşekirina li fîlmê 'Firoşkar' ê Farhadî, 10 hezar kes li meydana Trafalgar Sqûare li hev civiyan. Li vê meydana ku her carê bi mijarên têkoşîna siyasî dikeve rojevê, bi rengekî bê pere li fîlm hat temaşekirin.

Farhadî, li ber polîtîkaya Trûmp a li dijî welatên Misilman rabû û merasîma Oscarê boykot kiribû.

Nîşandana fîlm li Londonê, çend saet beriya destpêkirina merasîma li Los Angelesê pêk hat. Fîlmê 'Firoşkar' di kategoriya fîlmên herî baş ên zimanê biyanî hat bicihkirin.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Londonê Sadiq Khan anî ziman, ew serbilind e ku organîzasyoneke bi vî rengî dikin, ji bo nîşanî tevahiya cîhanê bidin ku London afirîner e û li hemû mirovan vekirî ye. 

Şaredar ji AFP'ê re axivî û got, "Di demekê de ku ger û geşta mirovan tê astengkirin ez ê malovaniyê ji mirovan re bike, di demekê de ku qala lêkirina dîwaran tê kirin ez ê di navbera mirovan de piran ava bikim, di demekê de ku daxwaza parçekirina civakan tê kirin, ez dixwazim wan bigihînim hev."

Şaredar li vê derê derket ser dikê û got, "Serok Trûmp nikare me bêdeng bike." Derhêner Farhadî nekarî tevlî vê xwepêşandanê bibe, lê belê bi dîmen mesajek şand. Farhadî got, "Tevî ku em ji ol, netewe û çandên cuda ne, em hemû welatiyên cîhanê ne."