Bi hezaran kes ji bo bîranîna Nemtsov li Moskowayê meşiyan

Li paytexta Rûsya Moskowayê, bi hezaran kes ji bo bîranîna lîderê mûxalefetê Borîs Nemtsov ê du sal berê hat kuştin, meşiyan.

Nemtsov, ku di serdema Borîs Yeltsîn de Alîkarê Serok bû, di 27'ê Sibata 2015'an de li cihekî nêzî Qesra Kremlînê, dema bi hevsera xwe re dimeşiya, bi çar fîşekan hatibû kuştin.

Amadekarên meşa roja Yekşemê dan xuyakirin, ku bi qasî 15 hezar kes tevlî çalakiya bîranînê bûne. Tevî ku ji bo meşê destûr hatibû girtin jî, destûr nehat dayîn ku çalakger heta ber peykerê ji bo bîranîna Nemtsov hatiye çêkirin, bimeşin.

Di rewşa heyî de, 5 Çeçen ku yek jê endamê yekîneya hêzên taybet a ser bi Wezareta Karên Hundir a Çeçenîstanê ye, di doza vê cînayetê de tên darizandin. Tê gotin, van kesan ji bo kirina vê cînayetê 15 mîlyon rûble, yanî 250 hezar Euro pere girtine.

Yên ku fermana cînayetê dane, hê derneketine pêşberî dadgeriyê. Xizmên Nemtsov, serokdewletê sêyemîn ê Komara Çeçenya ya ser bi Federasyona Rûsyayê, weke berpirsyarê cînayetê dibînin.