Bi fuzeyên DYE'yê yekemcar xaka Rûsyayê hate bombekirin

Di şerê Ûkraynayê de yekemcar bi fuzeyên menzîldirêj ên DYE'yê xaka Rûsyayê hate bombekirin. Rûsyayê nûçe piştrast kir.

Piştî ku DYE'yê destûr da, Ûkraynayê yekemcar bi çekên menzîldirêj ên Emerîkayê bombe li xaka Rûsyayê barand. Rayedarên DYE'yê mijar piştrast kirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî diyar kir ku Ûkraynayê bi 6 fuzeyên menzîldirêj ên DYE'yê êrîş bir ser herêma Bryanskê, 5 ji wan fuzeyan hatin îmhakirin. Hate ragihandin ku parçeyên fuzeya şeşemîn a xisar dît, li navendeke leşkerî bû sedema şewatê.

Di şerê Ûkraynayê de yekemcar bi fuzeyên menzîldirêj xaka Rûsyayê hate bombekirin.

Li hemberî îhtimala bersivdayinê ya Rûsyayê, DYE'yê Sefaretxaneya Bilind a li Kîevê girt. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi hinceta ku agahî hatiye ku wê êrîşeke cidî ya hewayî bê kirin" Sefaretxaneya Bilind bi rengekî demkî hatiye girtin.