Bi dehan zarok li Afganîstanê ji ber berf û baranê mirin

Li gelek deverên cîhanê îsal baran û berfê bandorekî mezin li ser gel dike. Li herêmek ya Afganîstanê piraniya wan zarok nêzî 30 kesji ber seqema berfê, jiyana xwe ji dest dane.

Li herêma Cevzvan ya li sînorê Tirkmenîstanê ji ber rewşa zêde ya sermayê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên berpirsên eyaleta Cevzcanê bi ajansa TASS'ê re parvekir, ji kesên mirîn 27 jê zarok in û ji ber rewşa berfê û qûtbû rê ya herêma Darzabê, mirin zêde bûye.

Gelek herêmên Darzabê ku niha ji ber baran û berfê rê qût bûne, fikarê mirina zêde dike.

Hikûmeta Afganîstanê di serê hefteyê de bang li civaka Navnetewî kirin û ji bo alîkariy madî piştgirî xwestibû.