Bi 48 saetan mawe ji Qatarê re hate dayin

Dewletên Kendavê, ku Erebîstana Siûdî pêşengiyê ji wan re dike, bi 48 saetan mawe dan Qatarê ji bo daxwazên jê hatine kirin bi cih bîne.

Qatarê, ku daxwazên ji 13 xalan qebûl nekir, ragihand ku ew ji danûstandinan re vekirî ye. Wezîrê Parastinê yê Qatarê Halîd bîn Mûhammed el Atiyye got, ew xwe ji bo destwerdaneke gengaz a leşkerî re amade dikin.

Lîsteyek daxwazan a ji 13 xalan, ku girtina baregeha leşkerî ya Tirk û girtina qenala El Cezîre jî di nav de ye, radestî Qatarê hatibû kirin û jê hatibû xwestin ku heta 2'ê Tîrmehê roja Yekşemê vê bi cih bîne.

Çav li rê ye, Wezîrên Karên Derve yên Erebîstana Siûdî, Misir, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Bahyren, ku biryara danekirinê têkildarî Qatarê dane, roja Çarşemê bi rojeva Qatarê li hev bicivin.