Bexdayê êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir, bang li sefîrê xwe kir

Hikumeta Iraqê êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê şermezar kir û bang li sefîrê xwe yê bilind ê li Tehranê kir.

Muxafizên Şoreşê yên Îranê şeva 15'ê Çileyê bombe li qadên sivîl barand û di encamê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 16 jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hate gotin, "Em êrîşa dijminane ya Muxafizên Şoreşê yên Îranê bi tundî şermezar dikin ku doh bi şev li Hewlêrê hate kirin û di encamê de gelek sivîl şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn. Bila serê malbatên şehîdan sax be, şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin."

Serokatiya Herêmê diyar kir ku êrîş li dijî hiqûqa navneteweyî, cîrantî û nirxên mirovahiyê sûc e û got, "Hinceta êrîşa Muxafizên Şoreşê yên Îranê bêbingeh û dûrî ji rastiyê ye."

Îranê jî îdîa kir ku wan bi fuzeyan 'biryargehek' servîsên îstîxbaratê yên Îsraîlê îmha kirine.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê piştî êrîşê daxuyaniyek da û "Êrîşa li dijî serweriya Iraqê û ewlekariya gel" şermezar kir.

Wezaretê bang li nûnerê Îranê kir ku 'nameya şermezarkirinê' ragihîne û 'ji bo şêwir û danûstandinê' bang li sefîrê xwe yê bilind ê li Tehranê kir.

Li gorî dîplomatên Iraqî, hikumetê ji bo ispatkirina 'şaşitiya îdîayên têne kirin' ferman da komîsyoneke lêpirsînê bê avakirin.

QESRA SPÎ ŞERMEZAR KIR

Berdevka Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Adrîenne Watson êrîş 'ne di cih de' pênase kir, şermezar kir û got, "Êrîş li dijî ti personel an jî navendeke Emerîkî nehatiye kirin."