HEVPEYVÎN

Besê Hozat: Madem tu daxwaza 'aştiya navxweyî' dike, keremke Îmrali li wir e!

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat têkildarî silava şefê MHP'ê Devlet Bahçelî ya li endamên DEM Partiyê bi gotina 'Ev li pey lîstikên nû ne' şîrove kir û ji bo aliyên pêwendîdar got, eger nêzîkatiyeke wan hebe 'Keremke vaye Îmrali li wir e'."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat beşdarî bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê bû û bûyerên di rojevê de nirxand.

Nirxandinên Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bi vî rengî ne:

"Me sala 26’emîn a komployê temam kir, em dikevin sala 27’emîn. Ez destpêkê hêzên komploger şermezar dikim, lanet dikim. Bi rêzdarî û hezkirin berxwedana Rêber Apo ya 26 salan, silav dikim. Bi rastî jî Rêber Apo di nava şert û mercên tecrîda Îmraliyê de, berxwedaneke pir bi heybet pêş xist. Li dora vê berxwedanê berxwedaneke mezin a gel û gerîla jî pêş ket. Encamên vê yên pir girîng çêdibin û hîna jî çêdibin. Di vî warî de ez hezkirin û silavên xwe ji Rêber Apo re dişînim.

Di şexsê şehîdên Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin de, ez hemû şehîdên azadî û şoreşê bi hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Di meha Cotmehê de gelek komplo pêk hatin û komploya navneteweyî jî berdewama van komployan e. Her wiha di vê mehê de gelek berxwedan jî pêş ketin. 9’ê Cotmeha 2019’an dewleta Tirk li dijî Serêkaniyê û Girê Spî tevgera dagirkeriyê da destpêkirin. 9’ê Cotmeha 2020’an Peymana Şengalê hate îmzekirin ku ji bo Şengalê tê wateya fermaneke nû. Piştî vê peymanê êrîşa li dijî Êzidiyan hîn zêdetir bû. Dîsa 10’ê Cotmehê Komkujiya Gar a Enqereyê heye. Di vê komkujiyê de ji sedan zêdetir mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Ez hemûyan bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Bi sedan mirov birîndar bûn, di nava civaka Tirkiyeyê de rê li ber travmayeke mezin vekir. Ev êrîş bi hevkariya DAÎŞ’ê hate kirin. Dewleta Tirk, AKP-MHP rasterast di nava vê êrîşê de cih girtin û DAÎŞ bi kar anîn. Çawa li Rojava DAÎŞ li dijî Kurdan bi kar anîn, li Şengalê li dijî Êzidiyan bi kar anîn, li herêmê û li cîhanê çawa bi kar anîn, li Tirkiyeyê jî li dijî hêzên sosyalîst û demokratîk, li dijî Tevgera Azadiya Kurd, li Tirkiyeyê û seranserî herêmê bi kar anîn.

DI MEHA COTMEHÊ DE BERXWEDANÊN MEZIN HATIN KIRIN

Dîsa di nava vê mehê de helbet gelek serhildan hatin pêşxistin, 6-7’ê Cotmehê serhildana Kobanê li Bakurê Kurdistanê heye. Bi sed hezaran mirov beşdarî van serhildanan bûn. Di azadkirin û rizgarkirina Kobanê de rol û bandora van serhildanan pir bû. Dewleta Tirk li vir jî Hîzbûlkontra xiste dewrê. Gelek çete xistin dewrê û bi dehan mirovên me bi rengekî hovane hatin qetilkirin. Dîsa di vê mehê de gelek şehadetên jin jî hene, di serî de jî Gulnaz Karataş. Her wiha Gurbetellî Ersoz, Rojîn Gewda, Gulnaz Ege, Çîçek Kurtalan, Nagîhan Akarsel. Li Kobanê Arîn Mîrkan di sala 2014’an de çalakiya fedayî pêk anî û vê yekê bandoreke mezin li berxwedana Kobanê kir, bi ruhê berxwedana Arîn Mîrkan Kobanê bi ser ket. Bi rastî jî ev meh, bi şehadetên mezin jî dagirtî ye. Her wiha Plana Hilweşandinê ya 30’ê Cotmeha 2014’an jî di vê mehê de hate pêkanîn. Meha Cotmehê meheke hem bi Komploya Navneteweyî, komplo û êrîşan tejî ye, hem jî meheke ku bi berxwedan û têkoşînên mezin ên li hemberî komployê derbas bûye.

RÊBER APO WEKE GEFEKÊ HATE DÎTIN

Komploya Navneteweyî di pirsa we de jî derbas dibe, helbet di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd û gelê herêmê hate pêkanîn. Rêber Apo ji aliyê hêzên navneteweyî yên hegemonîk, kapîtalîst ve weke astengiyeke mezin hate dîtin. Mudaxileyeke li Rojhilata Navîn, mijara gotinê bû. Jixwe ev mudaxile di destpêka salên 90’ê de destpê kiribû, di heman demê de destpêka dîroka şerê cîhanê yê 3’yemîn e. Yanî jixwe bi hilweşîna Sovyetan re şerê cîhanê yê 3’yemîn destpê kir, piştî êrîşa Sedam a Kuweytê bi mudaxileya Emerîkayê pêvajoyek destpê kir û bi dijwarî dewam kir. Komploya Navneteweyî jî di qonaxeke girîng a şerê cîhanê yê 3’yemîn de hate pêşxistin, 9’ê Cotmeha 1998’an qonaxeke girîng bû. Di wê pêvajoyê de mudaxileyeke hîn xurttir a li hemberî Iraqê di rojevê de bû, tasfiyeya Sedam dihat armanckirin. Hilweşandina desthilatdariya Sedam di hedefê de bû, mudaxileya li Efganistanê di rojevê de bû, yanî mudaxileke pir berfireh li hemberî Rojhilata Navîn hatibû girtina rojevê. Rêber Apo û tevgera PKK’ê li hemberî vê yekê weke astengî dihate dîtin. Ji ber ku li herêmê têkoşîneke mezin bi pêşengiya PKK’ê dihate meşandin, têkoşîna azadiya Kurd û gelan zanebûn û ronîbûn derdixist holê. Helbet vê yekê gelê Kurd û gelê herêmê timî di nava têkoşînê de digirt û têkoşîn mezin dibû. Li seranserî herêmê bûbû sedemê bandoreke pir mezin. Ev weke astengî, xeterî û gef hate dîtin. Lewma li hemberî Rêber Apo komployeke wiha hate pêkanîn. Bi vî rengî li Kurdistanê pêşî li xeta hevkar-xayîn vebû. Hat xwestin ku ev xet li Kurdistanê serwer bibe. Hêzên hegemonîk xwestin ji vê yekê sûd werbigirin, di vî warî de komployeke wiha hate pêşxistin.

PARADÎGMAYA RÊBER APO KOMPLO TÊK BIR

Helbet li dijî vê komployê têkoşîneke pir mezin jî pêş ket. Ji 7’ê heta 70 salî li her derê, li her çar parçeyên Kurdistanê gelê me rabû ser piyan û bi dehan mirovan çalakiyên fedayî pêk anîn. Di salên pêş de paradîgmaya netew demokratîk a Rêber Apo, ev komplo pûç kir. Ew xefika li ser gelan hatî hûnandin, deşîfre kir.Bi deşîfrebûna vê û vale derketina komployê re, têkoşîna azadiyê li Kurdistanê û herêmê bandora xwe hîn zêdetir kir, tevger hîn mezintir bû. Weke encama vê jî Şoreşa Rojava pêk hat. Li Rojhilata Navîn pêşî li şoreşa demokratîk vekir. Di vî warî de zemîneke pir xurt hate avakirin. Dema ku rewş wiha berevajî bû, komploya navneteweyî jî xwe nû kir û dewam kir. Yanî ev êrîş dewam kirin, yanî piştî sala 2000’ê bi taybetî ji bo PKK di nava xwe de bê tasfiyekirin, hate xwestin ku xeteke hevkar û xiyanetê bê pêşxistin. Wê demê bi gelek kesên ku di navenda PKK’ê de cih digirin re jî hevdîtin pêk anîn û bi vî rengî xwestin PKK’ê tasfiye bikin. Xeta xiyaneta hundir û tasfiyeger piştî sala 2000’ê pêş ket. Di sala 2003’yê de jî xwest di nava tevgerê de derbeyê pêk bîne û bi vî rengî tevgerê bi dest bixe. Serkêşiya vê yekê jî Emerîka, AKP û PDK’ê kir. Ji bo ku ev hêz ji hundir de mudaxileyî PKK’ê bikin, ketin nava hevkariyê. Helbet ev jî vale hate derxistin. Li dijî vê yekê Rêber Apo, tevgera me û gelê me têkoşîneke xurt meşand. Tasfiyegerî hate tasfiyekirin. Ev jî hate pûçkirin.

PDK JI DESTPÊKÊ VE DI NAVA KOMPLOYÊ DE BÛ

Jixwe ji destpêkê ve PDK’ê di nava vê komployê de cih girt. Hêzên emperyalîst û kapîtalîst roleke wiha dan PDK’ê û xwestin hemû Kurdan bixin bin kontrola xeta xiyanet-sîxuriyê. Tirkiye jî kirin model û xwestin mudaxileya li herêmê jî bi rêya Tirkiyeyê pêk bînin. Lewma bi komployê Rêbertî girtin û teslîmî Tirkiyeyê kirin. Bi rastî jî komployeke pir qirêj û derexlaqî di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd û gelê herêmê hate pêkanîn. Yanî weke min gotî, berxwedana ku Rêbertî li hundir pêş xistî, projeya çareseriyê, projeya netewa demokratîk, projeya sîstema konfederal a demokratîk a li ser esasê azadiya jinê bi temamî ev komplo vale derxist. Ji ber armanca vê komployê bi fîzîkî îmhakirina Rêber Apo bû, bi temamî tasfiyekirina PKK’ê bû, gelê Kurd jî bi qirkirineke mezin re rû bi rû bê hiştin. Lê belê ne Rêber Apo bi fîzîkî hate îmhakirin, ne PKK hate tasfiyekirin, ne jî gelê Kurd weke pêşbînî dikirin di qirkirineke mezin re derbas kirin. Lewma ev komplo bi berxwedana Rêber Apo, gerîla, gel û jinan vale hate derxistin. Em dikarin vê bi rehetî diyar bikin.

KOMPLO DESTWERDANEK LI LÊGERÎNÊN ÇARESERIYÊ YÊN LI NAVA TIRKIYEYÊ BÛ

Helbet ev jî pir girîng bû. Di pêvajoya ku ev komplo lê pêş ketî de, Rêber Apo agirbesta yekalî îlan kiribû. Di nava sînorên Tirkiyeyê de çareseriya pirsgirêka Kurd daxwaz kiribû. Di vî warî de daxuyaniyek jî hate dayîn, helbet ev daxuyanî, ev lêgerîn hema wisa bi serê xwe pêş neketin. Di nava artêşa Tirk, nava dewleta Tirk de jî hin hewldan û lêgerîn ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hebûn. Têkildarî vê yekê peyam jî ji Rêbertiya me re hatin. Îlana agirbestê jî li ser vê yekê pêş ket. Di nava dewleta Tirk de, aliyekê artêşê serkêşiya vê yekê dikir, di nava artêşê de hin generalan serkêşî kir, dixwestin pirsgirêka Kurd li ser esasê siyasî çareser bikin. Rêbertî jî li ser navê şans dayînê, biryareke wiha ya agirbestê da. Niha di rastiyê de komploya navneteweyî mudaxileyeke li dijî hewldaneke wiha ya di nava dewleta Tirk de jî bû. Pêvajoya guhertina stratejî û paradîgmayê di rastiyê de di nava 93-95’an de destpê kir, lê belê qonaxeke girîng bi sala 98’an re girt. Demokratîkbûna Tirkiye û herêmê ne li gorî berjewendiyên hêzên hegemonîk ên komploger bû. Ev yek weke astengî û gef dîtin. Ger Tirkiye ji şer re hîn vekirîtir be, hingê wê bikarin li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin, wê bikarin Kurdan hîn hêsantir bi kar bînin, bi şêwazê ku dixwazin wê xistiban bin xizmeta xwe. Li herêmê şerê di nava gelan de ji bo berjewendiyên xwe hîn guncawtir dîtin, bi vî rengî wê polîtîkayên xwe yên li herêmê hîn hêsantir bikarîban pêk bînin, wê hîn hêsantir berjewendiyên xwe xistiban meriyetê. Tişteke wiha qirêj hate pêkanîn, dema Rêbertî hate girtin jî wê demê Ecewît li ser desthilatdariyê bû. Yanî di dema Ecewît de hin generalan bi Rêbertî re hevdîtin kirin. Yanî hîna ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, lêgerînek heye.

KOMPLO TIMÎ NÛ KIRIN Û DEWAM KIRIN

Lê belê piştre 11’ê Îlona 2001’an piştî êrîşa El Qaîde ya li ser Emerîkayê, mudaxileya Efganistanê pêş ket. Li hemû cîhanê êrîşên li dijî terorîzmê destpê kirin. Tirkiyeyê xwest ji vê yekê sûd werbigire, lewma ew pêvajo bi temamî qedand. Yanî bi taybetî di dema Ecewît de, di vî alî de lêgerîn hebûn. Yanî lêgerînên cidî hebûn. Piştre ji xwe ew hevdîtin qut bûn û Ecewît jî ji desthilatdariyê hate xistin, AKP anîn şûna wî. Piştî wê jî gav bi gav her ku diçe, AKP’ê siyasteke lîberal meşand ku wiha xîtabî her kesê dike. Jixwe piştî bi temamî li ser dewletê bû hakim jî polîtîkayên xwe yên qirkirinê xiste dewrê. Di sala 2014’an de jî jixwe Plana Hilweşandinê jî pêş xist. Piştî 9’ê Cotmeha 1998’an komplo timî xwe nû kir û bi wî rengî dewam kir, êrîşên topyekûn ên qirkirinê timî dewam kirin. Li dijî vê yekê helbet berxwedaneke mezin jî pêş ket, navenda vê berxwedanê jî helbet Rêber Apo bû. Komplo negihişt encamê û bi ser neket. Berxwedan û têkoşînê komplo pûç kir.

PÊNGAVA AZADIYÊ BÛ SEDEMA RONAKBÎRIYEKÊ

Pêngavek bû ku bi pêşengiya dostan hate destpêkirin û salek xwe tejî kir. Gelek xebatên hêja hatin kirin. Gelek konser, komxebat, konferans, semîner çêbûn, parêznameyên Rêbertî hatin xwendin, meş hatin kirin, dîsa di aliyê hiqûqî de gelek kar û xebat hatin kirin, name hatin şandin, daxuyaniyên saziyên ku name şandin hatin dayîn, 69 Xelatgirên Nobelê beşdarî pêngavê bûn. Ji saziyên eleqeder re name şandin. Beşdarbûna sendîkayan çêbû, li Îngilistan, li Skoçyayê û herî dawî li Spanyayê yanî bi vî rengî li gelek deverên cîhanê gelek çalakî hatin kirin, tez û parêznameyên Rêbertî hatin nîqaşkirin. Bi rastî jî vê yekê rê li ber ronîbûneke cidî vekir. Bû sedem ku fikrên Rêber Apo bên naskirin. Di çapa navneteweyî de beşeke pir berfireh xwedî li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo derket. Pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ bû gerdûnî. Vê yekê encameke pir girîng derxist holê. Weke encameke vê berxwedan û têkoşînê jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa civiya û salek wext da Tirkiyeyê. Ji bo sererastkirina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê, ji bo ev rewşa sûc ji holê bê rakirin, got ku di rewşa berevajî de wê biryara sereke bê pêkanîn. Helbet evane hemû di encama vê têkoşînê de pêş ketin. Evane têra xwe girîng bûn. Niha di qonaxa em gihiştinê de pêngavê saleke xwe temam kir. Pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ dikeve sala xwe ya duyemîn. Helbet dostên me yên ku pêngav dane destpêkirin, wê nirxandina vê salê bikin, wê perspektîf û plana sala li pêşiya me bikin. Em bawer dikin ku wê sala li pêşiya me, planeke pir xurt hebe.

Lingek herî girîng ê vê pêngavê Kurdistan e, têkoşîna civakî ye, têkoşîna siyasî ye, têkoşîna dîplomatîk e têkoşîna hiqûqê ye. Dii demên derbasbûyî de di vî alî de têkoşîn derket astekê.Li Bakurê Kurdistanê meşên azadiyê, çalakiyên deng bide û çalakiyên edaletê bi pêş ketin, li Kolnê meş hebû. Niha plansaziya meha Mijdarê ji nû ve hatiye derxistin. Di 13’ê Cotmehê de mîtînga amedê heye, li Stenbolê jî xebatek bi vî rengî tê fikriîn. Vana hemû girîng in û watedar in. Li Rojava gelê her tim di nava berxwedanê de ne. Her çiqasî li hin deveran rûtin ve û qels be jî li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîneke domdar hebû. Helbet lingeke girîng jî berxwedana gerîla bû. Gerîla di salekê de berxwedaneke pir xurt meşand û çalakiyên gelekî xurt hatin lidarxistin. Di vê pêvajoyê de roja YJA Starê diyarker bû û hêzên YJA Starê çalakiyên gelekî xurt li dar xist.

BERXWEDANA CIVAKÎ DIVÊ BÊ NAVBER MEZIN BIBE Û DEWAM BIKE

Bi duyemîn salvegera vê pêngavê re ez gerîla, gelê me yê welatparêz û dostên me bi hezkirin û rêzdarî silav dikim û wan pîroz dikim. Ez di wê baweriyê de me ku wê ev pêvajo jî bi xurtî pêş bikeve. Belê encamên girîng derketin holê lê hîn jî me encam bi dest nexistiye. Ji ber ku armanca pêngavê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Di merhaleya ku em hatinê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk nehatiye û pirsgirêka Kurd hîn jî siyasî û demokratîk çareser nebûye û hîn jî li holê ye. Şerê qirkirinê hîn jî bê navber weke şerê topyekûn a qirkirinê didome. Li hemberî vê berxwedan jî didome. Divê pêngav ku em dikevin duyemîn salvegera duyemîn di demên pêş de bi xurtî divê bê meşandin. Ez di wê baweriyê de me ku wê ev pêngav bi ser bikeve û bi ser bikeve jî. Di salekê de deskeftiyên gelekî girîng hatin bidestxistin. Rêber Apo hat asta rêberekî cîhanî û li seranserê cîhanê xwedîderketine xurt derket holê. Divê li ser vê bingehê em pêngavê mezintir bikin. Divê li her derê berxwedana civakî bê navber û domdarî bi pêş bikeve û berdewam bike. Bandora wê li ser têkoşîna civakî heye, li ser têkoşîna siyasî heye, li ser têkoşîna hiqûqî heye û li ser têkoşîna dîplomatîk jî heye. Gelê me jî vê yekê dizane û dibîne. Di serî de Bakurê Kurdistanê û Tikiye divê bibin navenda têkoşîna civakî. Divê berxwedaneke bê navebr û domdar li Bakurê Kurdistanê bi pêş bikeve. Ji ber navenda êrîşên qirkirinê Bakurê Kurdistanê ye. Bakurê Kurdistanê niha navenda êrîşên qikirinê yên topyekûn e. Navend Îmrali ye lê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê ye. Li wir şerê taybet tê meşandin. Êrîşî ziman dike, xwezayê dike, ciwanan dike, jinan dike, civakê dike,  zarokan dike û di her alî de êrîş dike. Mînaka Narîn li holê ye. Li hemberî şerê taybet û topyekûn divê gelê me yê bakurê Kurdisanê û Tirkiyeyê di nava vê pêngavê de cihê xwe bigirin û çalakiyên domdar bimeşîne. Ji bo her derê wisa ye. Ev ji bo Rojava jî wisa ye. Divê gelê Rojava Şerê Şoreşgerî yê Gel bi xurtî bimeşîne. Ji nan û avê bêhtir hewceyiya Rojava bi vê heye. Hîn jî talûkeya li ser Rojava didome û Şoreşa Rojava di bin talûkeyeke mezin de ye. Dewleta Tirk heke derfetê bibîne armanc dike ku Rojava dagir bike. Li benda derfet û konjuktora vê yekê ye. Divê gelê me di nava berxwedana domdar de be. Berxwedan ne tenê derketina kolan û bi meşê nabe, ev têr nake. Divê gelê me li her derê ji 7 salî heta 70 salî li ser bingeha xweparastinê xwe bi rêxistin bike, li ser bingeha Şerê Şoreşgerî yê Gel xwe bi rêxistin bike û xweparastina bi pêş bixe. Divê kesek jî bê rêxistinkirî û bê xweparastin nemîne. Divê em li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşînê mezin bikin. Par me vê yekê bi eşkereyî dît. Di berxwedana hat dayîn de bandora wê hat dîtin û divê vê berxwedanê bi xurtî were berdewamkirin.

BÊYÎ TÊKOŞÎNÊ TI TIŞT NIKARE BÊ AFIRANDIN

Konseya Ewropayê, CPT, hêzên ku komplo pêş xistin hemû şirîkê polîtîkayên qirkirinê ne. Berpirsyarê sîstema êşkenceya Îmraliyê ne. Wan pergala Îmraliyê ava kirin. Li hemberî van hêzana têkoşîna civakî, siyasî, hiqêqî û hwd bi xurtî bê meşandin. Heke ev têkoşîn bidome, me par jî dît wê ev pêngav bigihêje armanca xwe û em ê bihêlin ku hiqûqa xwe bi xwe pêk bînin. Wê neçar bimînin ku peymanên navnetewyî pêk bînin û bi Tirkiyeyê re jî bidin kirin. Rêya vê di têkoşînê de derbas dibe. Bêyî têkoşînê ti tiştek nabe û ti pêşketin nayê bidestxistin. Heta ku tênekoşin û li ber xwe nedin em nikarin Rêber Apo azad bikin, nikarin pirsgirêka Kurd çareser bikin û nikarin Kurdistanê azad bikin. Yanî rêya her tiştî, demokrasiyê teqez di têkoşîn û berxwednê de derbas dibe. Ev pêvajoya ku em tê de derbas dibin têkoşîn û berxwedanê li ser me ferz dike. Di vî alî de divê em teqez vê pêngavê bigihînin serketinê.

TIRKIYE LI HERÊMÊ LI PEY HEGEMONYAYÊ YE

Şer bi hemû dijwariya xwe didome. Navenda wê bi taybet Rojavayê Zapê, Metîna, Xakurkê û Xinêrê ye. Êrîşên dijwar hene û li hemberî wê berxwedan û çalakiyên xurt ên gerîla hene. Dewleta Tirk hewl dide van deran dagir û îlhaq bike û armanc dike ku li seranserê Başûr serweriya xwe ava bike. Her tim dibêjin, Başûr û Rojava dagirk û îlhaq bikin, bi gihaştina sînorên Mîsakî Millî re hewl dide hegemonyaya xwe ya li ser Iraq û Sûriyeyê pêk bîne û armanc dike ku bibe hêza hegemonîk a herêmê. Polîtîka û stratejiya dewleta Tirk a bingehîn ev e. Misakî Millî li ser bingeha qirkirina Kurdan ava kiriye, bi qirkirinê re desteser bike û bi desteserkirinê re hegemonyaya xwe li ser herêmê ava bike. Dewleta Tirk vê polîtîka û stratejiyê dimeşîne. Ji ber vê yekê vî şerî didomîne û di domandina wê de israr dike. Dewleta Tirk vî şerî li cihê ku ketiyê dimeşîne. Bi salan e wisa ye. Ev 4-5 sal in li hin deveran tunelên şer hene bi hilweşandina wê re mijûl dibe. Hezeke mezin li wir bi cih kiriye, ji hewayê, erdê bombebaran dike, kîmyasalê bi kar tîne. Her tiştî bi kar tîne. Hîn jî li wan tunelan berxwedaneke mezin tê meşandin. Dewleta Tirk hîn jî serweriya wê li Rojavayê Zapê, Metîna, Xakurkê û Xinêrê çênebûye. Li van deran şerekî di nav hev de, sîng bi sîng tê meşandin. Berxwedaneke pir mezin ê gerîla tê meşandin. Bi vê wesîleyê ez hemû şehîdan bi hezkirinî hurmet û minetdarî bi bîr tînim. Hemû hevrêyên ku di xeta fedaî de li ber xwe didin bi hezkirin û hurmet silav dikim. Bi rastî jî berxwedaneke pir bi heybet û bi rûmet dimeşînin û rûmeta mirovahiyê diparêzin û temsîl dikin. Di nava ev şerê qirkirinê yê dagirkirin û îlhaqkirinê de PDK bi awayekî çalak di nav de cih digire. Li Duhokê, Amediyê û Zaxoyê karsazana bi dewleta Tirk re li hev kirine, li wir blokên betonê çêdikin. Bi wan betonana ji dewleta Tirk re qerekolan çêdikin, çeperan çêdikin û rê çêdikin. Şîrketên van deran îhale girtine û vî tiştî dikin. Her cure agahiyên îstixbaratî dide, alîkariya lojîstîk dike. Ev hemû êrîş bi alîkariya PDK’ê pêk tên. Bi rastî heta qirika xwe ketiye nava xiyanet û hevkariyê.

TI ÎMAJA RÊVEBERIYA IRAQÊ NEMAYE

Piştî lihevkirina Iraq, Tirkiye û PDK’ê êrîş zêde bûn. Êrîşên li hemberî sivîlan jî pêk hatin. Di bernameyên borî de me vana nirxandibû. Iraq jî bûye şirîkê ev êrîşên dagirkirin, îlhaq û berfirehbûnê. Iraq bi vê hewlwesta xwe êrîşên dewleta Tirk di nav dewletan de -ez nabêjim gel- rewa kir û bû şirîkê wê. Bi rastî jî ti humert, rêzdariya li hemberî vê hikûmeta Iraqê nemaye. Di nava gelê Kurd, gelên Iraqê û gelên herêmê de nemaye. Hikûmeta Iraqê ketiye rewşeke ku rêzdarî, prestîj û baweriya xwe winda kiriye. Xirabiya herî mezin li gelên Iraqê kir. Hêrsa gelê Kurd û gelên Iraqê qezenc kir. Em zanin di nava Iraqê de jî nerazîbûnên pir cidî hene. Di nava dewletê de jî wisa ye. Di nava dewletê de aliyên cuda hene û em pê zanin di van de jî nakokî û gengeşî hene. Wisa xuyaye ku ev rêveberî bi vî halî zêde nikare xwe li piyan bihêle. Li gelê Kurd û gelên Ereb xirabiyeke pir mezin kir. Têkoşîna li hemberî vê didome. Li Başûrê Kurdistanê jî li Bakurê Kurdistanê jî didome. Şer bi hemû hêza xwe didome û li hemberî wê berxwedaneke pir mezin tê meşandin. Şehadetên mezin tên jiyîn.

ÊRÎŞA ÎSRAÎLÊ, DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ BANDORÊ LI TEVAHIYA HERÊMÊ DIKE

Bi rastî li herêmê geşedanên pir girîng tên jiyîn. Niha Şerê Cîhanê yê 3’yemîn bi hemû dijwariya xwe li herêmê tê jiyîn. Şer her ku diçe kûrtir dibe û berfireh dibe. Êrîşa Îsraîlê ya li ser Xeze û Lubanê mirov tenê wekî êrîşa li ser wan negire dest û ne wisa ye. Yanî Tirkiye qirkirina li ser Kurdan dimeşîne tenê weke li ser Kurdan tê meşandin divê mirov negire dest. Ev bandorê li ser hemû herêmê dike. Ev şer, şerê cihanî ye. şer niha li Rojhilata Navîn kûr bûye. Divê mirov wisa binirxîne. Li pişt Îsraîlê hêzên mezin hene. Li pişt Îsraîlê Amerîka, Îngiltere, Ewropa heye û hêzê ji wan digire. Bi piştgiriya van hêzên êrîş dike. Bi rastî konseptekê, stratejiyekê pêk tîne. Îsraîl di reşwa bi karanîna vê konseptê de ye û hêza lêdanê ye. Di vê mirov wisa lê binêre. Di hedefa van êrîşan de Îran hedef e. Ji bo bandora Îranê li ser herêmê bişkînin, lawaz bikin û her ku biçe êrîşên li ser rejîmê dijwartir bikin. Her ku diçe şerekî ku Îranê hedef digire tê jiyîn. Îsraîl bi hêza ku ji Amerîka, Îngiltere û Rojava digire, hêza xwe li herêmê mezin dike û tê asta bi bandor bibe. Herêm her ku diçe li ser bingeha berjewendiya Îsraîlê ji nû ve tê dîzayn kirin.

TIRKIYE Û ÎRANÊ DERB XWARIN

Bi geşedanên dawî re ev yeke bi eşkereyî derket holê. Hîzbûllah derba mezin xwar, bi rastî jî Hîzbûllah derba mezin xwar, weke ku derba mirinê lê ket. Tasfiyekirina wê ya temamî zehmet e. Alîgirên wê gelek in. Xuyae ku derbeke mezin lê ketiye. Derbxwarina Hîzbûllah tê wateya derbxwarina Îranê. Hamas derba mirinê lê ket. Derbxwarina hamasê tê wateya derbxwarina Tirkiyeyê. Ev eşkere ye. Di êrîşa hamaê ya 7’ê Cotmehê de teqez Tirkiye li pişt wê ye. Tirkiye ji bo sabotekirina xeta enerjiya ya ji Hindistan, Rojavayê Derya Spî, Qibris heta digihêje Ewropayê di vê êrîşê de roleke sereke lîst. Hêzên din jî rol lîstin. Tirkiye roleke diyarker lîst. Dawiyê xwest li ser Hamasê tevlî vê hevsengiyê bibe. Ji bo agirbest bê kirin, ji bo karibe di vir de navbeynkariyê bike her tişt kir. Ti ji van hewldanan bi ser neket.

Di rewşa heyî de Îran di hedefê de ye, lê belê di heman demê de ji aliyê polîtîkaya ku Tirkiye li herêmê dimeşîne, polîtîkaya wê ya derve, ya hundir û herêmê ve jî​ derbeyeke pir mezin xwar. Rewşeke wiha jî derkete holê. Niha polîtîkaya hevsengiyê ya Tirkiyeyê, asê bûye. Tirkiyeyê di navbera Rûsya û Emerîkayê, Ewropa û Asyayê de timî polîtîkayeke hevsengiyê meşand. Bi salan ev yek bi kar anî. Pirsgirêka Ûkraynayê jî bi kar anî, xwest şerê Xeze-Îsraîlê jî bi kar bîne. Hingî krîzek derket, xwest vê polîtîkaya hevsengiyê bi kar bîne. Li Iraq û Sûriyeyê jî ev yek pir bi bandor bi kar anî. Êdî dawiya vê polîtîkayê tê. Tirkiye di nava tengasiyeke cidî de ye. Rewşeke wiha li holê heye.

Ev şer, şerê kontrolkirina rêyên enerjiyê, kontrolkirina çavkaniyên enerjiyê û jinûve dîzaynkirina herêmê ye. Ev şer, şerê jinûve avakirin û sererastkirina hevsengiyên siyasî ya sedsala 21’an, hevsengiyên ekonomîk û sîstema siyasî ye. Niha di vî şerî de Tirkiye her ku diçe xwînê winda dike. Îran qels dibe. Jixwe rewşa Sûriye û Iraqê li holê ye. Bi piştevaniya Emerîka, Îngilistan û Rojava jî Îsraîl her diçe bandor û hêza xwe zêde dike.

Van hemûyan faşîzma AKP-MHP’ê di wateyeke pir cidî de xistiye nava tengasiyeke mezin û xistiye nava panîkek mezin.

ÊRÎŞ WÊ LI SER ÎRANÊ ZÊDE BIBIN

Ev şer wê heta kuderê biçe? Ev şer wê dijwar bibe û dewam bike. Hilbijartinên Emerîkayê hene. Heta hilbijartinên Emerîkayê dibe di vê dozajê de hinekî wiha bidomînin. Piştî hilbijartinên Emerîkayê rewşa vî şerî û asta wê dê zelaltir bibe. Lê belê eşkere ye ku wê hîn dijwartir û kûrtir bibe. Wisa tê fêmkirin ku hêzên hegemonîk ên Rojava, kapîtalîst û emperyalîst wê herêmê bi vî rengî nehêlin. Wê van êrîşan li ser Îranê zêde bikin. Wê zorî li rejîma Îranê bikin ku teslîm bibe. Wê zorî lê bikin ku bi temamî li ser esasê berjwendiyên xwe peymanekê pê re çêbikin. Eger ev yek çênebe wê van êrîşan û şer hîn zêdetir bikin. Û wê hewl bidin van polîtîkayan, yanî stratejiyên xwe bi encam bikin.

TIRKIYE DI REWŞA PANÎK ATAKÊ DE YE

Li ser Tirkiyeyê jî tiştekî wiha tê meşandin. Tirkiye welatekî NATO’yê ye. Helbet weke Erdogan îdîa kirî Îsraîl êrîşî Tirkiyeyê nake. Evane hemû şerê taybet e. Siyaseta taktîka dîzaynkirina muxalefetê û siyaseta hundir a Tirkiyeyê ye. Rewşeke wiha nabe mijara gotinê. Îsraîl êrîşî Tirkiyeyê nake. Hemû tirsa Tirkiyeyê Kurd in. Li dijî Kurdan polîtîkayeke qirkirinê dimeşîne. Naxwaze ev polîtîkaya qirkirinê lewaz bikeve. Naxwaza ev êrîşên qirkirinê û şer zirar bibîne. Dixwaze bi rengekî bêasteng û bêpirsgirêk vî şerê qirkirinê bi encam bike. Naxwaze Kurd ji vê krîz û kaosa li Rojhilata Navîn, sûd werbigirin. Ji bo ku tiştek wiha çênebe jî li hundir û jiderve bi rengekî panîk atak ketiye nava lêgerînekê.

Helbet wê bandora vî şerî li Sûriyeyê çêbibe. Her ji niha ve jixwe êrîş zêde bûne. Eşkere ye ku li dijî Hîzbûllaha li Sûriyeyê jî êrîşên pir cidî wê çêbibin. Jixwe êrîş dewam dikin. Wê bandorê li rejîma Sûriyeyê jî bike.

Gelo rejîma Sûriyeyê wê di çarçoveya Emerîka, Îsraîl û Rojava de siyasetekê bimeşîne? Gelo wê Tirkiyeyê re li hev bike, siyasetekê bimeşîne? Yan lihevkirina bi Kurdan re wê li gorî berjewendiyê xwe bibîne, pirsgirêkên xwe yên hundir bi rengekî demokratîk, li ser bingehê demokratîkkirina Sûriyeyê, li ser bingehê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd jî wê bikeve lêgerînê? Ya herî rast ev e. Ya ku bi Sûriyeyê bide qezenckirin jî, ev bijartek e.

Bi heman rengî ev şer wê bandoreke zêde li Iraqê jî bike. Jixwe ev demeke dirêje ev êrîş destpê kirine. Li ser Heşdî Şabiyê êrîş pir zêde ne. Êrîşên li Iraqê bi taybetî di sala dawî de pir zêde bûne. Ev êrîş rasterast di şexsê wan de, Îranê dikin hedef. Bi van êrîşan tê xwestin ku bandora Îranê ya li Iraqê bê şikandin. Tirkiye jî pir dixebite. Hewl dide Suniyên girêdayî xwe rêxistin bike, bi bandor bike. Emerîka bi heman rengî hewl dide li Iraqê jinûve hevsengiyeke Sunnî-Şîî ava bike. Hewl dide di bin bunyeya xwe de rêxistinên di bin kontrola xwe de bi bandor bike. Hewl didin bi temamî bandora Îranê bişikînin.

BIJARTEKÊN ÎRANÊ...

Helbet Îran jî li cihê xwe nasekine. Diyare ku Sûriye, Iraq, Lubnan, Yemen; ji aliyê Îranê ve jî girîng e. Îran jî ji bo parastina bandor û hêza xwe ya li herêmê, polîtîkaya hegemonîk li herêmê dimeşîne. Yek ji hêzên hegemonîk a herêmê ye. Îranê hêzeke cidî ye. Wê li hemberî vê yekê bêdeng nemîne, teslîm nebe. Wê hewl bide li her derê hêz, hebûn û bandora xwe zêde bike. Lewma wê bi rengekî hîn aktîftir di nava vî şerî de cih bigire. Ev her ku diçe wê kaosa li Îranê jî kûr bike. Wisa dixuyê ku bi rastî jî Îran yan wê gelek tawîzan bide û li hev bike, -ku ew jî ne çareserî ye. Îran wê vê yekê ji bo xwe weke qezenc nebîne- yan jî wê her cure berdêlê bigire berçav û şerekî pir tund bimeşîne. Ev jî wê Îranê ber bi kuderê ve bibe, bi nîqaş e. Li Îranê gelek pirsgirêkên dîrokî yên bingehîn hene. Weke bijarteka herî dawî wê berê xwe bide bijartekeke li ser bingehê çareseriya demokratîk a van pirsgirêkan, demokratîkkirina Îranê, çareseriyeke li ser esasê siyaseta demokratîk. Helbet ya rast ev e. Bi rastî jî bijarteka ku Îranê bi esasî biparêze û xurt bike jî ev e.

DIJMINATIYA LI HEMBERÎ KURDAN, WÊ TIRKIYEYÊ TUNE BIKE

Em ji kîjan alî ve binêrin bila binêrin, ev ji aliyê Iraqê ve jî wiha ye, ji aliyê Tirkiyeyê ve jî wiha ye. Tirkiye hîn zêdetir bikeve nava vî şerî, wê hilweşe. Dijminatiya li hemberî Kurdan, wê Tirkiyeyê tune bike. Polîtîkayên qirkirina Kurdan, wê Tirkiyeyê biqedîne, dawiya Tirkiyeyê bîne.

Em car din ji Tirkiyeyê re dibêjin ku; dest ji vê yekê berde. Ev yek tiştekê bi te nade qezenckirin. Ev wê te tune bike. Bi Kurdan re li hev bike, muzakereyê bike. Maf û hiqûqên Kurdan nas bike, azadiya wan, ziman, çand û mafên wan ên siyasî nas bike. Yekane tişta ku Tirkiyeyê rizgar bike, li Kurdistanê çareseriya demokratîk, demokratîkbûna Tirkiyeyê. Ev, wê Tirkiyeyê rizgar bike.

Di encamê de em tên çareseriya Rêber Apo. Hingî ku hêzên li herêmê di şer de israr bikin, di dijminatiya Kurdan de israr bikin û di polîtîkaya tundiyê de israr bikin, nikarin encamekê wergirin. Bi rastî jî ev tê wateya hilweşînê. Lê hingî ku mirov berê xwe bide çareseriya demokratîk û aştiyê, ev wê bi van hêzan bide qezenckirin. Wê bi herêmê jî bide qezenckirin. Helbet herî zêde jî wê bi gelan bide qezenckirin. Ev rastiyek e.

Di vî warî de bi rastî jî herêm di pêvajoyeke pir zehmet re derbas dibe. Ev şer wê belav bibe. Her kesê bandor bike. Di vî warî de projeya Rêber Apo ya ji bo çareseriya konfederala demokratîk, netewa demokratîk yekane projeya rizgariyê ye. Ji bo gelê Kurd, gelên herêmê û dewletên herêmê jî ev rewş wiha ye. Di rewşa berevajî de bi rastî jî herêm wê veguhere goleke mezin a xwînê. Hilweşîneke mezin wê biqewime. Ev, wê bibe sedem ku her kes têk biçe.

TÊKILDARÊ SILAVDAYÎNA BAHÇELÎ…

Di van rojên dawî de her tim rojevek ku Îsraîl çavên xwe li Tirkiyê ye heye. Daxuyaniyên Erdogan hebûn, piştre Devlet Bahçelî. Heta Devlet Bahçeli Tifaqa Qudsê pêşniyar kir û got, "Em hemû welatên Misliman bibin yek û li dijî Îsraîlê em tifaqa Qudsê ava bikin."

Di 8'ê mehê de wê Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê kom bibe. Ew ê li ser rojeva Îsraîlê jî nîqaş bikin. Niha jî rojeveke dijwar ava kirine. Bêguman rastiya vê çi ye? Divê ev yek baş were fêhmkirin.

Îsraîl wê êrîşê Tirkiyeyê neke, tiştek wiha nîne. Jixwe têkiliyên Îsraîl û Tirkiyeyê ne xerab in. Hemû gotinên Erdogan hemasetî û demagojî ne. Tirkiyê ti carî têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut nekir. Bazirganî û îxracê dewam kir. Her cure mal firot Îsraîlê. Di şerê ku niha li Xeze, li Şerîaya Rojava û Lubnanê tê meşandin de jî Tirkiye xwedî piştgiriyeke mezin e. Ev rastiyek e. Di wê wateyê de Netanyahû û Erdogan di aliyê ruhî de cêwî ne. Ti cudahî di navbera wan de nîne. Çawa ku Netanyahû Hîtler e, Erdogan jî Hîtler e. Erdogan Hîtler jî derbas kiriye. Tîpekî wisa ye. Ne mîna ku tê gotin e.

Tirsa Tirkiyeyê çi ye? Ne pirsekeke wiha ye ku Îsraîl êrîşî Tirkiyeyê bike. Derdê wî eman bila Kurd ji vê hawira şer sûdê negirine. Dibêje, bi vê yekê re ‘Kurd dikarin hîn bêhtir destketiyan bi dest bixin. Polîtîkayên qirkirinê yên em dimeşînin dikarin vala derkevin, bi temamî armanca me têk biçe, Komploya Navneteweyî bi temamî wê ji holê bê rakirin." Tirs û panîka wan hemû ev e. Di fikrê wan de ev heye ‘Kurd dikarin ji vî şerê li Sûrîyê sûdê wergirin, Kurd dikarin li Îraqê sûdê jê wergirin, Kurd li her derê dikarin sûdê jê wergirin.’ Lewma Tifaqa Qûdsê ya Bahçelî tê vê wateyê. Dixwazin desteka Sûriye, Iraq û Îranê bigirin tifaqa dijKurd ava bikin û bi ser Kurdên li Sûriye, Iraq û her derê de biçin û qirkirinê temam bikin. Ji bo ku di êrîşa li ser Bakurê Sûriyê û Rojava de desteka rejîma Sûriyê, Îran û Iraqê bistîne vê siyasetê dimeşîne.

Ji bo destekê ji polîtîkayên xwe yên îtiraf-dagirkeriyê yên li Başûr bigire, hîn bêhtir rojevên wisa ava dike. Erdogan ti carî bi gelê Ereb nefikirî ye. Wî gelê Ereb kir qurban. Li pişt êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmehê Erdogan heye. Ji bo peymana enerjîyê sabote bike û piştre tevlî hevkêşeyê bibe tiştekî bi vî rengî kir, lê planên wî negirt. Û niha jî lîstikeke wiha saz dikin. Di bin navê Îsraîl wê êrîşê Tirkiyeyê bike, bi avakirina tifaqa Qudsê sempatiya Îran, Ereb û gelên herêmê qezenc bike û li ser bingeha vê destekê van planan bixe meriyetê. Lê ti kes wê bi vê yekê nexape. Jixwe eşkere ye ku hin welatên Ereb ne li dijî êrîşên Îsraîlê ne. Gelek zelal e. Mînak Peymanên Îbrahîmî yên ku Îsraîl bi piştgiriya DYE'yê kirî di rastiyê de di meriyetê de ne. Erebîstana Siûdî û welatên Kendavê dengê wan li hemberî vê dernakeve. Misir bêdeng e. Peymanên Îbrahîmî di meriyetê de ne. Eşkere ye ku desteka wan jî heye. Ji bo ku tifaqeke dij-Kurd were avakirin çi ji destê wan tê dikin.

Lê niha êdî çavên gelê Kurd jî vebûne. Çavên gelê herêmê jî vekiriye. Daxwaza dewletên herêmê çiye, kêm an jî zêde dizanin. Ya ku Sûriye xistiye vî rewşî Tirkiye ye. Ya ku texrîbateke mezin kiriye Tirkiye ye. Li Sûriyeyê li dijî rejîmê bi deh hezaran çete bi rêxistin kiriye. Ya ku Iraq jî aniye vê rewşê dîsan Tirkiye ye. Ev gelek zelal e. Niha çi dike? Li hundir hewl dide mûxalefetê dîzayn bike. Roja din Bahçelî li meclîsê silav da rêveberên DEM Partiyê. Bi CHP’ê û Ozgur Ozel re diyalogê datînin; Di çapemeniyê de bû rojev. Ji bo hemûyan peyamên germ dide. Dibêje em eniya hundirîn xurt bikin. Ew li aliyek dibêje Erdogan li aliyê din dibêje. Rejîma AKP-MHP'ê bi hinceta ku Îsraîl dê êrîşê Tirkiyeyê bike, berjewendî û xurtbûna wê dê bikeve xeteriyê, dixwaze muxalefetê bi temamî bixe bin kontrola xwe û li gorî vê polîtîkayê ji nû ve dizyan bike. Dixwaze muxalefetê ji holê rake.

Hewl didin mûxalefetê bi temamî tesfiye bikin, bêbandor bikin. Lîstikeke nû ava dikin. Piştî Devlet Bahçeli silav daye DEM Partiyê, rojnamevan pirs kirin. Wî jî got, "Dema em li derve aştiyê dixwazin, bêguman pêwîstiya me bi aştiyê ya li hundir jî heye. Em ji bo welat jî aştiyê dixwazin. MHP’ê partiyeke Tirkiyeyê ye. Bêyî ku MHP’ê gaveke bi vî rengî bavêje, partiyên din nikarin gaveke bi vî rengî biavêjin." Daxuyaniyên bi vî rengî yên cuda da. Baş e, wê demê em ji Bahçelî re wisa dibêjin. Eger ku hûn dibêjin bila aştiya navxweyî pêk were, eger Erdogan gotineke Devlet Bahçelî nake du, wê demê bila Devlet Bahçelî Erdogan û Ozgur Ozel bigire ba xwe û biçe Îmraliyê. Bila biçe Îmraliyê û bi Rêber Apo re rûnê. Bila pirsgirêka Kurd bibîne û muzakere bike. Divê pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokratîk çareser bikin.

DÎSA LI DÛ LÎSTIKEKÊ NE

Ez bang li Devlet Bahçelî dikim. Devlet Bahçelî, aktorê sereke yê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ye. A niha Tirkiye bi zîhniyeta Devlet Bahçelî tê birêvebirin. Tirkiye ji aliyê Devlet Bahçelî û MHP’ê ve tê birêvebirin. Bila Devlet Bahçelî çareseriyê bixwaze, kes têkildarî vê yekê nikare tiştekî bibêje. Bila bigire milê Erdogan û Ozgûr Ozel û biçin Îmraliyê. Wê biçe? Na naçe. Ji ber ku ev li dû lîstikeke nû ne. Derdê wan ne aşitî, lihevkirin û naskirina mafên gelê Kurd e. Derdê wan ne çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Derdê wan ne ev in. Ev yek derdên Rêber Apo ne. Hemû derdê Rêber Apo, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Hemû hewlên PKK’ê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Derdekî van ê bi vî rengî tune ye. Ev li dû lîstik, deq û dolab û komployeke nû ne. Ji bo ku van polîtîkayên qirkirinê bimeşînin, dixwazin mixalefetê bi temamî bêbandor bikin, di nava gelê Kurd de nediyariyekê ava bikin, bendewariyên nehewce û necih ava bikin, gelê Kurd bê têkoşîn bihêlin, pasîvîzekirin, îradeya têkoşîn û berxwedanê bişkînin, bixin di nava bendewariyekê, siyaseta demokratîk bixin nava bendewariyekê, çalakbûn û bandora wê bişkînin; ger bikare di hundir de operasyonekê pêk bîne, di nava DEM Partiyê de jî û di nava siyaseta demokratîk de jî, ger bikare perçebûnekê pêk bîne, serê hin beşan tevlîhev bike, gelê Kurd bîne li pêşberî hev, bi temamî CHP’ê teslîm bistîne û bixe di bin xizmeta xwe de, wê bi temamî ji mixalefetbûnê dûr bixe, girêdayî van polîtîkayên qirkirinê armanc dikin ku her kesê bixin hîzayekê. Lîstik ev e. Rastî ev e. Tişta ku di bin wê destdirêjkirinê de ev e. Armanc ev e. Divê ev yek bi awayekî zelal werin dîtin.

Ger nêzîkatiyeke Devlet Bahçelî, AKP û Erdogan hebe, ‘’keremke’’ Îmralî li wir e. Di bin kontrola we de ye, we bi xwe pergala êşkence û tecrîdê ava kiriye, hûn tecrîdeke mutleq dimeşînin. Bi salan e bi tu awayî ji Rêbertî agahî nayê wergirtin. A niha Devlet Bahçelî bixwaze wê tecrîda li wir di nava saetekê de bi dawî bike.

Polîtîkayeke gelekî qirêj tê meşandin. Ev yek jî bi temamî qirkirina gelê Kurd, bêyî ku polîtikaya xwe bimeşîne bêbandorkirina mixalefetê û bi temamî bêbandorkirina gelê Kurd armanc dike.

CHP, DOLABA AKP-MHP’Ê RAST DIGERÎNE

Polîtîkaya CHP’ê ya heya niha, xizmeta siyaseta derve û ya hundirîn ya rejîma AKP-MHP’ê dike. Hema bibêjin alikariya wan dike, siyaseteke ku rol û misyona wan a berê li ser piyan digire, dimeşîne. Yanî mixalefeteke wisa cidî û filan nake. Jixwe bi demê re jî xwe ji hêza mixalefetbûnê jî dixe. Hemû peyamên CHP’ê tên vê wateyê. Dîsa ji bo berjewendiyên vê desthilatdariyê dixwazin CHP’ê bi temamî bikşînin li ba xwe. CHP jî bi rewşa xwe ya heyî jî li hemberî vê yekê helwesteke eşkere nîşan dide.

Heya niha CHP’ê têkildarî tecrîdê de bes gotinek jî nekiriye. Li wir bêhiqûqiyeke mezin heye. Sîyaseteke bêexlaq tê meşandin. Kiryareke dermirovî heye. Ev yek li Tirkiyeyê ew hiqûqa ku jê re dibêjin hiqûq ji holê radike. Rizandike mezin ava dike. Di siyaseta Tirkiyeyê de, sedema sereke ya hemû jinavçûn û qirêjbûna di nava civakê de, çetebûn, mafyabûn, fuhûş, kuştinên zarokan û her cure xirabiyan polîtkayên qirkirina gelê Kurd e, polîtîkayên êşkence û tecrîdê ne. Ev polîtîka rê li ber hemû xirabiyan vedikin. Çimkî difikirin ku wê bi vê siyaseta qirêj yên qirêj tasfîye bikin û ji holê rakin. Bi salan, bi sedsalan e vê yekê dikin. Van çeteyan ji bo vê yekê ava dikin.

NORMALBÛN LI ÎMRALIYÊ DESTPÊ DIKE

CHP’ê li dijî tecrîdê, li dijî şerî û li dijî polîtîkayên qirêj bes polîtîkayek jî nîne. Têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û aşititê bes gotinek û polîtîkayek nîne. Gotegotên normalbûnê serê xwe hildane û diçin. Normalbûn jî ketine di bin xizmeta polîtîka û desthilatdariya faşîst ya AKP-MHP’ê de. Ger wê normalbûnek pêk were, beriya her tiştî divê pergala tecrîd-êşkenceyaya li Îmraliyê were rakirin. Ger mormalbûnek pêk were, divê Devlet Bahçelî, Erdogan û Ozgur Ozel herin Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînin. Normalbûn li Îmraliyê destpê dike.

Şerekî taybet tê meşandin. Hewl didin ku gelê Kurd, gelan, civakê û raya giştî ya demokratîk bixapînin. Şerekî taybet ê mezin heye. Û mixalefet jî polîtîkayeke ku piştgirêyê dide vî şerê taybet dimeşîne. Divê em di vê mijarê de gelekî baldar bin.

DI HILBIJARTINÊN BAŞÛR DE DIVÊ DENG JI BO NAMZETÊN WELATPARÊZ BIN

Hilbijartinên Başûr di nava şerekî mezin de pêk tên. Li Başûr êrîşên dagirkerî û îlheqê hene. Rêveberiya Başûr jî û PDK jî bi temamî di nava vî şerî de ne. Di derdoreke bi vî rengî de hilbijartin tên kirin.

Helbet gelê me dibîne bê ka kî îxanetkar-hevkar û sîxur e. Gelê me yê Kurd dibîne bê ka kî çawa zirarê dide wan û kî polîtîkayên qirêj bi rê ve dibe. Dizane bê ka kî welatparêz e. Dizane û dibîne bê ka kî ji bo berjewendî, rûmet û nirxan têdikoşe û ji bo van yekan heye û siyasetê dike. Ne hewce ye em vê yekê bînin ziman jî. Haya gelê me ji van yekan heye. Jixwe tê gotin ku ev hilbijartin di nava gelê Başûr de kelecaneke mezin ava nekiriye.

Ma wê kelecana çi hebe? Êrîşên dagirkerî û îlheqê hene û rêveberiya PDK’ê û Barzanî di nava van êrîşên dagirkerî û qirkirinê de cih digirin. Wê li cihekî wisa kelecana çi hebe? Nikarin di nava gel de tiştekî ava bikin. Girêdayî vê yekê ez dikarim bes van yekan bînim ziman. Ger hilbijartineke bi vî rengî pêk were jî helbet divê gelê Başûr dengê xwe bidin namzetên welatparêz. Divê gelê me dengên xwe bidin namzetên ku rûmeta vî gelî diparêzin, parastina nirxên neteweyî yên vî gelî dikin, ji bo vê yekê têdikoşin û siyasetê dimeşînin. Divê şebekeya hevkar, îxanetkar û sixûr jî di hilbijartinan de têk bibin. Divê gelê me yê Başûr di van hilbijartinan de li hemberî xeta hevkar û îxanetkar helwesta herî xurt nîşan bide.